STENBOL - Xelkê xwest ber bi Taksîmê ve bimeşe: 300 kes hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Stenbolê ji ber 1ê Gulanê Roja Karkeran, polîsan midaxeleyî komên ku ji cihên cuda dixwest biçin Taksîmê kir û 300 kes hatin desteserkirin.

Ji aliyê Birêvebiriya Ewlehiyê Stenbolê ve li derdora Meydana Taksîmê, li kolan û caddeyên ku derdikevin ser Cadeya Îstîklalê û gelek xalên din ên bajêr tedbîrên ewlehiyê yên tund hatin girtin.

Polîsan rê li ber koman girt ku ji Beşîktaş, Şîşlî û Mecîdiyekoyê dixwest ber bi Taksîmê ve bimeşin.

Mahmut Tanal derket ser wesayîta desteserkirinê

Li Mecîdiyekoyê polîsan destûr neda komekê ku tê de Parlamenterê CHPyê yê Rihayê Mahmut Tanal jî hebû û dixwest ber bi Taksîmê ve bimeşe.

Mahmut Tanal li Mecîdiyekoyê ji bo desteserkirian asteng bike derket ser wesayîta polîsan a desteserkirinê.

Tevî hişyariyên polîsan ew kesên ku israr dikirin bimeşin hatin desteserkirin.

Komek ji endamên Partiya Rizgariya Gel (HKP), bi pankart û alayan dirûşm avêtin û xwest ji kolanên Beşîktaşê derkevin ser Bûlvara Barbarosê.

Tîmên polîsan destûr neda ku kom derkeve bulvarê û midaxeleyî wan kir.

Di vê demê de hinek kesên ku tevlihevî çêkir hatin desteserkirin.

Her wiha destûr ji komê re nehat dayîn ku ji kolanên biçûk derkeve bûlvarê û ber bi Taksîmê ve bimeşe.

Polîsan kesên ku hatin desteserkirin ji bo kar û barên yasayî birin birêvebiriya ewlehiyê.

Şaxa Stenbolê ya Komeleya Hiqûqnasên Hevdem (ÇHD) ragihand ku li bajêr nêzî 300 kes hatine desteserkirin.