STENBOL - Ji bo 1ê Gulanê tedbîrên tund hatin standin
Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgariya Stenbolê ji bo 1ê Gulanê Roja Cîhanî ya Karkeran tedbîrên tund ragihandin.
Di çarçoveya van tedbîran de gelek rê li ber trafîkê hatin girtin.
Li Qada Taksîmê û rêyên ku diçin wê qadê derbasbûna otomobîl û peyayan qedexe ye.
Her wiha li navçeyên Beyoglu, Şîşlî, Beşîktaş, Kadikoy û Kartalê jî hinek rê hatin girtin.
Polîs welatiyên ku dixwazin Qada Taksîmê bi kar bînin ber bi rêyên alternatîf ve bi rê dikin.
Li ser xeta metroyê ya M2yê rawestgehên Taksîm, Şîşhane û Osmanbeyê hatin girtin û li wir geşt nayên kirin.
Li rawestgeha metroyê ya Mecîdiyekoyê tenê derketina meydanê vekirî ye.
Geştên funîkulerê yên Kabataş-Taksîmê û tramvaya Nostaljiyê ya li ser Cadeya Îstîklalê jî hatin rawestandin.
Otobus û tramvay naxebitin
Li rawestgehên otobusên ÎETTyê yên wekî Taksîm, Tarlabaşi, Omer Hayyam û Tepebaşiyê geşt nayên kirin.
Her wiha geştên xeta tramvayê ya Kadikoy-Modayê jî hatin rawestandin.
Parêzgariya Stenbolê ragihand ku saziyên wekî DÎSK, KESK, TMMOB û TTByê dê li Qada Rihtimê ya Kadikoyê pîrozbahiyan bikin.
Ev pîrozbahî dê di navbera saet 10:00 û 17:00an de bin.
Partiya Komunîst a Tirkiyeyê (TKP) jî dê li Qada Kartalê 1ê Gulanê pîroz bike.