Otobusa rêwiyan wergeriya: 3 mirî û 30 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bandirmayê ya parêzgeha Balikesîrê ya Tirkiyeyê otobuseke rêwiyan ji rê derket û wergeriya.

Di qezayê de 3 kes mirin û 30 kes jî birîndar bûn.

Otobusa rêwiyan a şirketa Pamukkaleyê ku ji Tekîrdagê ber bi Muglayê ve diçû, li navçeya Bandirmayê wergeriya.

Di qezayê de rêwiyên bi navên Nazîre Akova, Elîf Kel û Kemal Can Sert mirin û 30 kes jî birîndar bûn.

Piştî agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê, tîmên parastina sivîlan û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin nexweşxaneyên cuda.

Hat ragihandin ku rewşa tenduristiyê ya birîndaran baş e û metirsî li ser wan nîne.

Termên her sê kesan sewqî morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Bandirmayê hatin kirin.

Hêzên ewlehiyê şofêrê otobusê yê bi navê K.U. desteser kir.