HUDA PAR: Divê nexweşxaneyên ku hemû karmendên wan jin in werin avakirin
Hewlêr (Rûdaw) - Aynur Sulunê diyar kir ku divê nexweşxaneyên nexweşiyên jinan û jidayîkbûnê werin avakirin ku hemû karmend û bijîşkên wan jin bin.
Seroka Malbatê ya HUDA PARê Aynur Sulunê anî ziman ku gelek jin tevî ku pirsgirêkên wan ên tenduristiyê hene jî ji ber fikarên "mehremiyetê" naxwazin herin nexweşxaneyan.
Sulunê li ser vê mijarê got:
"Gelek jinên me ji ber fikarên mehremiyetê tedawiya xwe bi paş dixin an jî qet naçin nexweşxaneyê.
Nexweşiyên ku tedawiya wan tê bipaşxistin bi demê re dibin nexweşiyên girantir û carinan jî dibin sedema pirsgirêkên ku tedawiya wan nîne."
Sulunê da zanîn ku ev rewş bandoreke derûnî li jinan dike û got:
"Dema ku jin bi bijîşkekî yan jî karmendekî re rû b irû dimînin, şerm dikin û dilgiran dibin.
Ev rewş bandoreke neyînî li pêvajoya tedawiyê dike û carinan jin tedawiya xwe nîvco dihêlin."
'Divê keçên ciwan ji bo beşa jidayîkbûnê werin teşwîqkirin'
Aynur Sulunê destnîşan kir ku wergirtina xizmeta tenduristiyê di jîngeheke ewle de mafê herî bingehîn ê jinan e.
Sulunê ragihand, ji bo ku jin bigihêjin vî mafî, divê nexweşxaneyên ku hemû karmend û bijîşkên wan jin in werin avakirin.
Sulunê eşkere kir ku li gelek welatan mînakên van nexweşxaneyan hene û da zanîn:
"Ji bo ku di van nexweşxaneyan de bijîşkên jin ên têra xwe bixebitin, divê keçên ciwan ên ku fakulteya tibê diqedînin ji bo pisporiya jidayîkbûnê werin teşwîqkirin.
Divê ji bo wan sererastkirinên nû werin kirin ku rê li ber wan were vekirin."