Zarokekî 14 salî hevala xwe ya 14 salî kuşt

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Edirneyê ya Tirkiyeyê Gîzem Ozdemîra 14 salî ji aliyê hevalê xwe A.Ç.yê 14 salî ve bi çifteyê hat kuştin.

Li gorî agahiyan, li Taxa Menzîlahîrê di navbera A.Ç. û Gîzemê de nîqaş derketiye.

Di dema nîqaşê de A.Ç. bi çifteyê gule berdaye Gîzema 14 salî.

Li ser agahdarkirina kesên li derdorê, polîs û tîmên tenduristiyê çûne cihê bûyerê.

Di kontrola tîmên tenduristiyê de hatiye diyarkirin ku Gîzem miriye.

Tîmên tenduristiyê termê wê rakiriye meytxaneyê.

Gumanbar A.Ç. jî hatiye desteserkirin.