CHP: Mijara şandina çekan bo Sûriyê gelek kes mexdur kirin
Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Faik Oztrak di cîvîna Encûmena Rêveberiya Navendî ya partiya xwe de balkişand ser îdiayên Sedat Peker yên derbarê şandina çekan bo nav axa Sûriyê de û got: “Sedat Peker îtîraf bi wê yekê kir ku ew çek ne ji Tirkmenên Bayirbucakê re ji El Nusrayê re hatine şandin”
Berdevkê Partiya CHPê Faik Oztrak bi serokatiya serokê giştî yê wê partiyê Kemal Kilicdaroglu bi rêya vîdyokonferansê civiya.
Oztrak di wê civînê de diyar kir ku ev nêzî mehekê ye Sedat Oeker hinek peywendî û tawanên qirêj eşkere dike û amaje bi bi îdiayek Peker a derbarê şandina çekan bo El Nusrayê kir û got: “ Wî îtîraf bi wê yekê kir ku çek ne ji bo Tirkmenên Bayirbucakê ji bo El Nusrayê hatine şandin.”
Her di wê daxuyaniyê de Oztrak amaje bi wê yekê jî da ku di wê serdemê de parlamenterê Partiya Tevgera Netewî ya nijadperest (MHP) Tugrul Turkeş jî eşkere kiribû ku ev çek ne ji bo Turkmenan lê ji bo El Nusra hatine şandin û got: “ Em ne hewceyî wê yekê ne ku şandina çekên ji bo Sûriyê ji devê serokê tawanên rêkxistî guh lê bibin. Ev mijar li welatê me bi başî tên zanîn. Vê mijarê li Tirkiyê gelek kes mexdur kirin. Yek ji wan jî parlamenterê me Enis Berberlioglu ye.”
Di berdewamiya daxuyaniya xwe de Oztrak da zanîn, ku divê miletê Tirkiyê bi daxuyaniyên serokê tawanên rêksxistî neyê mehkumkirin û xwest ku biryra nihêniyê ya li ser doza Enis Berberlioglu bê rakirin.
Sedat Peker ku li gor zanyariyan niha li Îmaratê niştecî bûye, heta niha heşt vîdyo belav kirine û gelek nihêniyên dewleta Tirkiyê û bi taybet dewleta kûr a li wî welatî aşkere kirine.
Peker di heştemîn vîdyoya xwe de dibêje, ew bi wê yekê re bûye ku çek ji bo Tirkmenên Bayirbucak ên li Sûriyê re bê şandin û wî bi parlamenterekç re jî ew mijar gotûbêj kiriye, lê Peker grûpa Sadat bi şandina çekan bo Eniya El Nusrayê tometbar dike. Sadat grûpeke taybet bi karûbarên emnî û ser bi AK Partiyê ve ye.
Peker dibêje: “Birayên min ên birêz, piştî destbiserdegirtina balhilgirên MÎTê, tiştekî wiha di mejiyê min de çêbû ku alîkarî ji bo Tirkmenên Bayirbucak û navçeyê re bê şandin. Ewan got, bila em barhilgirên zêdetir bişînin, gelek baş e, lê barhilgirên din bo navçeyên din hatin şandin. Hevalên me gotin, ew barhilgirên din bo El Nusrayê tên şandin. Li ser navê min diçin, lê min neşandine, Sadat şandin.”