Demîrtaş: HDPê daxwaza min a berbijêriya serokomariyê red kir

01-06-2023
RÛDAW
Nîşan Selahattin Demirtaş HDP Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hevserokê HDPê yê berê Selahattîn Demîrtaş ragihand ku wî ji partiya xwe re gotiye ew ji bo berbijêriya serokomariya Tirkiyê amade ye, lê ev yek ji aliyê rêveberiya HDPê ve bêyî hincet hatiye redkirin.

Selahattîn Demîrtaş ê ku niha li Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê girtî ye, bersiva pirsên rojnameger Îrfan Aktan da û ew hevpeyvîn îro Pêncşemê 1ê Hezîrana 2023yan di malpera Arti Gerçekê de hat belavkirin.

Demîrtaş di hevpeyvîna xwe de ku beşek ji wê duh li ser twitterê jî bilav kiribû dibêje: “Ez li ser navê xwe lêborîna xwe dixwazim, ji ber ku min nekarî siyaseteke layiqî gelê me bimeşînim. Ez soz didim ku bi xebatên xwe yên pratîkî van kêmasiyan çareser bikim. Her weha, spas ji bo rexneyên sûdmend ên li min tên kirin. Ez dê hewl bidim ku ji rexneyan sûd werbigirim. Ez weke hemû hevalên xwe dê ji girtîgehê têkoşînê bi berxwedanê bimeşînim, di vê qonaxê de jî dev ji siyaseta aktîv berdidim.”

“Desthiltdar dê qirkirineke çandî bike”

Demirtaş derbarê pirsa gelo deshilat piştî serkeftina hilbijartinê dê ji vir û şûn de li beramberî Kurdan xwedî siyasetek bi çi awayî be, got: “Ya rast tenê yek tişt maye ku deshilatê li dijî Kurdan nekiriye, ew jî komkujiye, herhal wê jî nagre ber çav. Lê li kêleka tûndûtîjiya heyî dê qirkirineke çandî bikin armanc. Bi taybet bi rêya HUDA PAR dê hewil bide xwe bigihîne hucreyên civakê. Pêwîst e Kurd jî ji her demê zêdetir bi tekoşîna siyasî û bi berxwedanê li dijî wê yekê raweste.”

“Ez ne li benda vê encamê bûm”

Derbarê encamên hilbijartinên parlamentoya Tirkiyê û serokomariya wî welatî de jî Demîrtaş got: “Min ev encam hêvî nedikirin. Ez li bendê bûm Partiya Çepên Kesk û Kiliçdaroglu dengên zêdetir bidest bixin. Kiliçdaroglu di hilbijartinê de bi ser ket. Lê di serî de bi hîle, bi dengên ji derveyî Tirkiyê hatine bikaranîn û hinek tiştên din Erdogan di vê hilbijartinê de weke fermî bi ser ket. Ez ji ber encamên derketîn xemgîn bûm û di heman demê de ji ber tevgerên belav yên opozisyonê yên şeva hilbijartinê jî ez gelekî bihêrs bûm”

"Pêwîst e guhertin di rêveberiyê de bên kirin”

Demirtaş rexneyên xwe yên li ser rêveberiya HDPê jî anî ziman û got ku divê kongreya giştî bi lez û bez ji parêzgeh û navçeyan destpê bike.

Demîrtaş got, "Ez di wê baweriyê de me ku bi guhertina rêveberiyê re xwîneke taze lazim e. Bi qasî ku ez dibînim, gelê me ji rêveberiya partiyê, bi taybetî jî ji hevserokan, vê berpirsyariyê hêvî dikin.”

“Hilbijartin di zemînek ne wekhev û ne dadmend de meşiya”

Hevserokê berê yê HDPê Selahatîn Demirtaş di heman demê de bal kişand ser ne wekhevî û êrişên deshilatê yên di dema bangeşeya hiblijartinê de û dibêje; "Ev hilbijartin hîn ji despêkê ve di zemînek ne wekhev, ne dadmend û ne rewa de meşiya. AKPê hemû derfetên dewletê ji bo derewan, îftiraf, reşkirinê, zextê, û asteng kirinê bikar anî, mudaxeleyî sindoqan kirin. Di heftsalên dawiyê de li Tirkiyae ku derbasî rêveberiyeke tam otorîter bûyî jixwe şert û mercên pêşbaziyeke demokratîk tune bûn. Bo wê rewabûna encama derketî dê hertim mijara gotinê be. Opozisyonê tevî ku ev rastî dizanî wek ku li beramberî wê deshilatek asayî heye nêzîk bû, bi meşrûkirina rejîmê şaştiyên mezin kirin. Yek jî krîmînalîzekirina HDPê ji despêkê ve qebûl kirin bi vê kiryarê av kişandin aşê deshilatê."

“Hin tişt tenê li ser kaxezê man”

Demirtaş derbarê Hevpeymaniya Ked û Azadiyê ya ku HDPê pêşengiya wê dikirde jî nirxandin kirine û dibêje: “Divê mijara Hevpeymaniya Ked û Azadiyê taybet bê nirxandin. Armanca avakirinê, pirensîpên wê û armancên wê kelecan dida mirov, lê mixabin ev tenê li ser kaxezê ma. Hinek aliyên vê hevpeymaniyê wek ku hevpeymaniyeke wiha tune be tevgeriyan, cuda xebitîn. Kar çû hat di gotubêjên berbijêr û lîsteyên cuda yên berbijêra de kilît bû.”

Derbarê berbijêrên HDPê ku gelek alî di vê mijarê de HDPê rexne dikin de jî Demirtaş dibêje: “Berbijrên me û hevalên me yên hatîn hilbijartin hemû hevalên me yên hêjane, lê mesele ji derveyî kesayetiya wan meseleya demokrasiyeke serbixwe ya navxwe ye. Tevî hemû tecrûbeyên me yên zêde, giringî nedana bi demokrasiya gelan û civaka demokratîk ne şaştiyeke teknîkî ye ji rê derketineke îdeolojîkî ye. Berpirsên vê jî di serî de rêveberiya partiyê ye. Di vê tevgera Kurd ji nûve avakirinê bike rojeva xwe ya sereke.”

“Biryara TIPê şaşbû”

Jibo biryara Partiya Karkerên Tirkiye TIP ku di nav Hevpeymaniya Ked û Azadiyê de cih digirt ku biryar da bi lîsteya xwe beşdarî hilbijartinê bibe jî Demirtaş dibêje: “Biryara TIPê şaşbû, hîn jî şaşe. HDP divê ne tenê bi partiyên sosyalîst re bikeve nava lêgerînên hevpeymaniyê hilbijartinê. Hevpeymaniyên li ser bingeha hilbijartinê ji kar zêdetir zerarê didin.”

Ji ber encama hilbijatinên 14ê Gulanê yên parlementoyê Demirtaş dibêje divê rexne bê dayîn: “Berî her tiştî di serî de ez divê em hemû rexnedayînê bidin gelê me yê fedekar, kedkar û welatparêz. Gelê me tişta ji desta dihat zêdetir jî kir, me siyasetek bi bandor û taktîkên baş pêşnexistin. Divê em rexnedaneke samîmî û ji dil bidin. Ez bi navê xwe ji ber ku me siyaseteke hêjayî gelê xwe nemeşand ez ji dil lêbûrînê dixwazim. Ez soza wê didim bi kiryarên xwe ezê van kêmaniyan derbas bikim. Ez rêzê li rexneyên jibo min hatîn kirin digrim. Ezê xebata di girtîdgehê de wek hemû hevalên xwe bi berxwdanê berdewam bikim, ez dev ji siyaseta çalak berdidim.”

“Daxwaza min red kirin”

Demîrtaş dibêje: “Beriya ku nîqaşên berbijêriya serokomariyê dest pê bikin, min ji navenda patiya xwe re got ku ez amade me ku bibim berbijêrê serokomariyê û em dikarin di vê qonaxê de hilbijartinan bihêlin bo geram duyemîn û bi tevgerên demokratîk zêdetir tevkariyê bikin. Herwiha min got ku berbijêriyam min dikare rêjeya dengên partiya me zêde bike. Herwiha min got ku qedexeya min a siyasî nîne, lê Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê berbijêriya min red bike jî, lê wê demê dê hêsantir dibe em berbijêrê xwe bidin nasîn. Lê belê ev pêşniyar bêyî ku hincetekî bidin hat redkirin. Ez hêj sedema wê nizanim. Dema ku ev nîqaş dihatin kirin erdhej çêbû û piştre jî pêvajo ber bi dernexistina berbijêr ve çû. Ev biryar bi hevbeşî ji aliyê navenda giştî ya partiya me û pêkhateyên hevpeymaniyê ve hatiye dayîn.”

“Ez HDPyî me û ez ê wisa jî bim”

Li ser pirsa Ji niha û pê de hûn dê çi bikin? Hûn dê siyaseteke çawa bimeşînin?” Demîrtaş got: “Beriya niha bi çend mehan, min ji navenda me ya giştî re gotibû, encam çi dibe bila bibe, ez dê piştî hilbijartinan dest ji siyaseta aktîf berdim. Ez hîna jî li ser vê nêrîna xwe me. Ez bawer dikim ku hemû rêhevalên bi dil û can têkoşînê didin, em dê vê pêvajoyê bi hêza xwe ya cewherî û serkeftinê temam bikin. Di vê mijarê de baweriya min bi hemûyan heye. Rexne û pêşniyarên min ên li partiya me, bi temamî bi armanceke niyetpak e. Bila ti kes hewl nede ku rexneyên min ji bo ziyandana HDPê bikar bîne. Bila baş bizanin ez HDPyî me û ez dê wisa jî bim.”

Banga bo HUDA PARê

Derbarê Partiya Doza Azad HUDA PARê de ku ew jî partiyeke Kurd a îslamî ye û bi AK Partiyê re bûye hevpeyman jî, Demirtaş berê xwe da serokê wê partiyê Zekeriya Yapicioglu û got: "Ez Serokê HUDA PAR Zekeriya Yapicioglu ji dema parêzeriyê ve nas dikim. Ez dixwazim ji wî re bibêjim: Destê Kurdan, ji destê Mustafa Destici yê ku di hewşa qesrê de dema ji bo siyasetmedarekî Kurd siloganên darvekirinê dihatin gotin bê nirxtir nîne. Destê ku pêwîst e îro hûn biçin bigrin, di parlementoyê de destê HDPê ye. Em êdî rê nedin lîstikên qirêj divê em di berjewendiyên gelê xwe de xwe kilît bikin. Ez hêvîdarim ev peyama min ji ber giringiya xwe ya dîrokî bersiva xwe werbigre."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst