Kabîneya Tirkiyeyê dicive: Rojeva sereke pêvajoya nû ye

Hewlêr (Rûdaw) - Kabîneya Tirkiyey dê li Enqereyê bi serokatiya Recep Tayyip Erdogan bicive û mijara herî girîng pêvajoya nû ye.

Hikûmeta Tirkiyeyê dê sibe demjimêr 15:00an bi serokatiya Serokkomarê wî welatî Recep Tayyîp Erdogan li Enqereyê bicive.

Di civîna kabîneyê de mijarên serekî pêvajoya nû û rûdanên pêvajoya çekdanîna PKKyê ne.

Her wiha hevdîtinên Rûsya û Ukraynayê yên ji bo agirbest û aştiyê, rewşa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê û pêwendiyên hikûmeta nû ya Sûriyeyê û HSDyê û şerê li Xezeyê û tedbîrên Cejna Qurbanê jî di rojeve civînê de ne.

Li gorî medya Tirkiyeyê dê raporên li qadê yên derbarê geşedanên çekdanîna PKKyê li kabîneyê bêne pêşkêşkirin û nirxandin.

Erdogan dê piştî civîna kabîneyê civîneke medyayê li dar bixe û biryarên kabîneyê ji raya giştî re ragihîne.