Erdogan: Swêdê 3-4 kes radest kirin

01-07-2022
RÛDAW
Nîşan Swêd Lûtkeya NATOyê Tirkiye PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan îro piştî nimêja Înê ya li Uskudar a Stenbolê dema ku ji mizgeftê derket derbarê rojevê da daxuyanî da. Erdogan li ser peymana ku Tirkiyê bi Swêd û Fînlandê re îmze kiriye destnîşan kir, dibe ku ji van her du welatan hinek kesên ku “tawanbarên terorê” ne werin radestkirin û got, “Swêdê 3-4 kes radest kirin.”

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan piştî ku di Lûtkeya NATOyê ya li Madrîd a Îspanyayê de ji bo endambûna Swêd û Fînlandê civînek li dar xist û bi merc peymanek îmze kir, îro Înê li ser operasyona muhtemel ya ser Rojavayê Kurdistanê, doza Pinar Gultekîn, civîna bi Biden re û rojevê daxuyaniyek da.

Erdogan li ser radestkirina endamên PKKê ji aliyê Swêd û Fînlandê got, “Niha di vê mijarê de soz hatin dayîn. Mînak Swêd dê 73 terorîstan bişîne cem me. Niha 3-4 terorîst şandine lê ev têrê nake. Helbet Wezareta Dadê, Wezareta Derve, Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî (MIT) dê ji nêz ve wan bişopîne û dê bêjin wan ji me re bişînin. Ev hemû daxwazên me ne, heger neyên cibicîkirin çi pêwîst be em dê bi rêya sazî û rêxistinên xwe bikin.”

"Em dikarin şevekê ji nişka ve werin"

Erdogan li ser pirsên operasyona muhtemel ya ser Rojavayê Kurdistanê yên wek “Gelo ji Rûsyayê bertekên nû hene? Piştî daxuyaniyên derbarê operasyona muhtemel a ku hat kirin de ferq, guhertinek heye? Mebesta we temambûna amadekariyan, leşkerî ye, dîplomatîk e?” got, “Her tim li ser vê mijarê daxuyaniyeke min heye, em dikarin şevekê ji nişka ve werin.”

Erdogan li ser operasyonên di nav axa Başûrê Kurdistanê de jî diyar kir ku dê berdewam bin û leza wan nîne.

Min ji Biden re behsa alîkariya çekan kir

Erdogan li ser pirsa gelo di hevdîtina bi Serokê Amerîkayê Joe Biden re çekên ku ji HSDê re hatine şandin hat axavtin got, “Helbet min got. Min ji serdema Trump dest pê kir, min got, bi hezaran barhilgir çek, alav û cebilxane anîn vir. Em ê niha li vir li ser terorê biaxivin lê dema ku çek, cebilxane, wesayit û amûr ji terorîstên ku bi vî awayî Tirkiyê dikin hedef bên dayîn em wek hevkarên NATOyê çawa dikarin bibin yek.”

Doza Pinar Gultekin

Erdogan li ser pirsa doza kuştina Pinar Gultekîn wek “Nirxandina we derbarê biryara kêmkirinê de çi ye? Her wiha ji bo sûcên bi vî rengî cezayê darvekirinê hat rojevê? anî ziman, “Li ser vê pirsê Devlet Bahçelî beriya niha li ser vê mijarê de daxuyanî dabû. Dibe ku mijara cezaya darvekirinê dîsa were rojevê û dikare nîqaş li ser bê kirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst