Piştî ku LeManê wêneyê ‘Pêxemberê Îslamê’ xêz kir çi rû da?
Hewlêr (Rûdaw) – Kovara pêkenokî ya LeManê di hejmara xwe ya 26ê Hezîranê de cih da 2 karîkaturên ku tê gotin Pêxemberê Îslamê Mihemed û Pêxember Mûsa ne û LeMan bi carekê re bû rojev.
Li Stenbolê şeva borî gelek kes bi hinceta ku “karîkaturê Pêxember Îslamê Mihemed” xêz kiriye li ber Kovara LeManê kom bûn û wan nerazîbûn nîşan da.
Derbarê Kovara LeManê dest bi lêpirsînê kirin û 4 kes hatin desteserkirin.
Kovara Lemanê 26ê Hezîrana 2025an karîkaturek di nav wêraniyê de belav kir û 2 kesên bi navê Mihemed û Mûsa hatine xêzkirin.
Di karîkatur de Mihemedê ku di nav wêraniyê de hatiye xêzkirin dibêje, “Selamun Aleykum; Ez Muhammed.”
Kesê bi navê Mûsa jî bersivê dide wî û dibêje; “Aleyhem şalom; Ez jî Mûsa.”
30ê Hezîranê (doh) li dijî vî karîkaturî gelek nerazîbûn çêbûn û gelek kes li ber avahiya Kovara LeManê ya li Stenbolê kom bûn û wan xwest êrişî ofîsa kovarê bikin.
Li ser medyaya civakî û li nav raya giştî karîkatur wekî “heqareta li dîn” û “bêrêziya li hemberî Pêxember” hat pênasekirin û nerazîbûneke zêde çêbû.
Kovara LeManê: Karîkatur ne yê Pêxember Mihemed e
Kovara LeManê piştî bertekan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku karîkaturê hatiye xêzkirin ne yê Pêxember Mihemed e û armanca heqaretê tê de nîne.
Li gorî daxuyaniya LeManê wan tenê xwestiye li dijî Îsraîlê mafdariya gelê Misilman nîşan bidin.
“Em tohmeta li dijî xwe qebûl nakin”
Kovarê LeManê di daxuyaniya xwe de ji ber têgihiştina xelet lêborîn xwest û got:
“Li cîhanê navên herî berbelav û herî zêde Muhammed, Mehmet, Mamadu ne (hemû ji aliyê Misilmanan ve hatine dayîn da ku navê pêxemberê me zindî bimîne).
Niha 200 milyon kes bi navê Muhammed hene. Karîkaturîst dixwest bi wênekirina Misilmanekî ku ji aliyê Îsraîlê ve hatiye kuştin, mafdariya gelê Misilman ê bindest nîşan bide û armanca wî bi ti awayî ne heqareta li nirxên olî bû.
Ji ber ku Pêxemberê me nehatiya xêzkirin, em tohmeta li dijî xwe qebûl nakin. Ji bo şîrovekirina karîkaturê bi vî awayî, divê mirov xwedî nêteke xirab be.
Hûn çend kesên bi navê Mehmet û Muhemmed nas dikîn? Em hesasiyetê dizanin û fêm dikin. Em wan kesan şermezar dikin ku dibin sedema şaşfêmkirinan û provokasyonê dikin.
Em bang li xwişk û birayên xwe dikin ên ku bi nêteke baş xwenîşandanan dikin ji me rast têbigihin.
Wekî kovareke ku 5 Hejmarên Taybet ên Filistînê û bi sedan bergên wê hene, tevî Mavi Marmarayê jî, em dixwazin bibêjin; mafê we nîne hûn bi awayekî xelet û berevajîkirî lêpirsînê li ser wijdan û baweriya me bikin.
Em dixwazin lêborînê ji xwendevanên xwe yên xwedî nêta baş bixwazin ku hatine provekekirin û êşiyane.”
Piştî bertekên zêde dest bi lêpirsînê hat kirin û 4 berpirsên kovarê hatin desteserkirin
Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç piştî xwenîşandanan ragihand ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê bi tohmeta “Heqareta nirxên dîn” derbarê Kovara LeManê dest bi lêpirsînê kiriye.
Di çarçoveya lêpirsînê de 2 birêvebirên giştî yên weşanê, berpirsekî kovarê û kesê karîkatur xêz kiriye bi tevahî 4 xebatkarên Kovara LeManê hatin desteserkirin.
Alî Yerlikaya: Ez şermezar dikim
Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlikaya li ser hesabê xwe yê Xê dîmenên desteserkirina wan 4 kesan belav kirin û got:
“Ez bi tundî karîkaturê Pêxemberê me yê ku bi awayekî bêşermane hatiye xêzkirin şermezar dikim.
Tiştê tê kirin ne azadiya medyayê ye. Tiştê ku tê kirin ne azadiya ramanê ye.
Hewldanên bi vî rengî yên ku nirxên me yên dînî biçûk dikin û di wijdanê Misilmanan de birînên kûr vedikin, bi armanca provokasyonê tên kirin û kesên ku cesareta vî karî dikin dê li pêşberî hiqûqê hesêb bidin.
Ez vê zîhniyeta kuheqaret li karîkaturê Pêxemberê me kiriye şermezar dikim.”