RAPIRSÎ - Gelê Tirkiyeyê ji saziyên fermî bawer nake
Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rapirsiyeke nû, ji sedî 24,9ê welatiyên Tirkiyeyê ji ti saziya dewletê bawer nakin.
Kompanyaya Lêkolînan a ASALê, encamên rapirsiya xwe ya bi navê “Baweriya Welatiyan a bi Saziyên Dewletê” belav kirin ku di navbera 12 û 21ê Hezîranê de li seranserê Tirkiyeyê hatiye kirin.
Di rapirsiyê de ji beşdaran hat pirsîn, “Li gorî we saziya herî pêbawer a Tirkiyeyê kîjan e?”
Li gorî encaman, ji sedî 24,9ê beşdaran gotiye ku ew “ji ti saziyê bawer nakin.”
Artêş bi rêjeya ji sedî 18 wekî saziya herî pêbawer hatiye nîşandan.
Piştî artêşê, Saziya Îstixbarata Niştimanî (MÎT) bi rêjeya ji sedî 13,5 di rêza duyemîn û Asayîş (Polîs) jî bi rêjeya ji sedî 10,6 di rêza sêyemîn de cih digire.
Serokkomarî jî bi rêjeya ji sedî 8,3 di rêza çaremîn de ye.
Baweriya bi Diyanetê gelekî kêm e
Yek ji encamên balkêş ên rapirsiyê, rêjeya kêm a baweriya bi Serokatiya Karên Diyanetê ye.
Tenê ji sedî 1,9ê welatiyan diyar kiriye ku ew bi vê saziyê bawer in.
Rêjeya baweriya bi saziyên din
Rêjeya baweriyê ya bi saziyên din jî wiha ye:
Parlamento: Ji sedî 8,1
Saziya Perwerdeya Bilind (OSYM): Ji sedî 2,2
Desteya Bilind a Hilbijartinan (YSK): Ji sedî 2,0
Serokatiya Karên Diyanetê: Ji sedî 1,9
Şaredarî: Ji sedî 1,6
Daraz: Ji sedî 1,6
Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK): Ji sedî 1,3
Bank: Ji sedî 1,2
Siyasetmedar: Ji sedî 1,0
Medya: Ji sedî 0,8