Omer Çelîk: PKK dê di nava çend rojan de çekan deyne
Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partiyê) Omer Çelîk diyar kir ku ji bo PKK çekan deyne bi tenê roj mane û Erdogan dê DEM Partiyê pêşwazî bike.
Piştî civîna şêwir û nirxandinê ya parlamenterên AKPyê ku bi serokatiya Serokkomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan hat lidarxistin, Omer Çelîk derbarê naveroka civînê û rojeva siyasî de daxuyaniyên girîng dan.
Omer Çelîk piştî civîna partiya xwe ragihand ku proseya "Tirkiyeya bêteror" ketiye qonaxeke nû û ji bo danîna çekan êdî ne bi mehan an hefteyan lê bi "rojan" dem maye.
Berdevkê AK Partiyê Çelîk her wiha piştrast kir ku Erdogan dê hefteya bê şandeya DEM Partiyê pêşwazî bike.
Omer Çelîk behsa dema danîna çekan jî kir û wiha domand:
"Ez naxwazim teqwîmeke teqez bidim lê berî çend hefteyan min gotibû, em hêvî dikin di nava mehan de pêk bê, paşê di civîna xwe ya dawî de min gotibû di nava hefteyan de.
Êdî em gihiştine qonaxekê ku em dikarin bêjin dê di nava rojan de pêk bê. Ji ber vê yekê, rojên pêş me ji bo Tirkiyeya bêteror dê gelekî girîng bin."
Xaleke din a girîng a ku Çelîk piştrast kir hevdîtina nêzîk Erdogan û şandeya DEM Partiyî ye.
Çelîk li ser dema civînê wiha got, "Birêz Serokomarê me (Recep Tayyîp Erdogan) dê hefteya bê şandeya DEM Partiyê pêşwazî bike.
Dema ku roja wê teqez bibe, dê were ragihandin."
Omer Çelîk tekezî li ser wê yekê kir ku ev pêvajo dê di çarçoveya prensîbên yek welat, yek milet, yek dewlet, yek alê de birêve biçe û bi îradeya Hevpeymaniya Cumhur hatiye destpêkirin û bûye polîtîkayeke dewletê.
Çelîk ragihand ku banga dîrokî ya Serokê MHPyê Devlet Bahçelî û îradeya Serokomar Erdogan bingeha vê pêvajoyê pêk tînîn.