Hewlêr (Rûdaw)- Wezareta Derve ya Tirkiyeyê ragihand ku, wan bihîstiye ku xelkên sivîl li gundê Zergelê bûne qurbanî, lewma ew ji wê yekê dilgiran in.
Wezareta Derve ya Tirkiyeyê di daxuyaniyekê de ragihand ku li gorî agahiyên wan ên destpêkê de ti sivîl li wir tine bûn, lê weke tê zanîn PKKê xelkê sivîl li wir ji xwe re dike mertal.
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku Wezareta Derve ya Tirkiyeyê dê derbarê wê bûyerê de li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê dest bi lêkolînê bikin.
Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Tirkiyeyê de wiha hat gotin:
“Li gorî agahiyan di encama êrişa li dijî rêxistina teror PKKê de li kampa Zeregelê ji xeynî PKKiyan, hin sivîl jî bûne qurbanî û em j bo vê yekê dilgiran in. Em dê derbarê wan îdiayan de dest bi lêkolînan bikn.”
Herwiha wezaretê di daxuyaniya xwe de amaje kir ku ew di dema operasyonên leşkerî de hewl didin xelkên sivîl nebin armanc û da zanîn ewê di demekê nêzîk de encama êrişê ji raya giştî re diyar bikin.
Îro balafirên şerî yên Artêşa Tirkiyeyê êrişî gundê Zergelê yê Rewanduza Hewlêrê kirin û di encama êrişê de 9 sivîl û 2 gerîlayên PKKê jiyana xwe ji dest dan û 9 kes jî birîndar bûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse