Ajelên herî narîn û nazende: Perperik

Stenbol (Rûdaw) – Li navçeya Beykozê aser bi Stenbolê ve, di nava daristanên bê serûber de jiyan û jiyangehên balkêş û ciyawaz hene. Yek ji wan jî Kêwgeya Perperîkan e.  Baxekî tropîkal ku li gorî jiyana perperîkan hatiye amadekirin. Kesên ku ji bo nasîna perperikan têne vir, pêşî li vîdeoyek di derbarê jiyan û guhezîna perperîkan de temaşe dikin û paşê berê xwe didin nava baxê ku awêneyekî  fantastîk li xwe digire.

 

Perperik yek ji giyanewerên herî narîn û ciyawaz e. Bi reng û desenên xwe, bi şikl û şemalên xwe cor bi cor perperîk ji bo mirovan xweşiktirîn û bedewtirîn zindîwarek e. Bi taybetî di mehên bihar û havînê de dîtina perperîkan li ser dar û gilûyayan çirûskeke zirav û xweşbîn bi mirov dide. Lê li Stenbolê ne tenê bihar û havînan, her demsal dîtina perperîkan pêkan e. Di nava daristanê de kêwgeyeke perperîkan hatiye amadekirin û nêzikî 600 corên perperîkan her dem li vir hene û dîtina wan her pêkan e. Bi taybetî zarok gelek seredana baxê perperîkan dikin û ew jiyana nazenîn ji nêz ve dibînin.


Ziyaretvan Gonenç Ûygûn dibêje: “Hest û tiştekî gelekî balkêş û ciyawaz e. Me jî meraqa vir dikir û zarokan jî pir dixwastin vir bibînin. Me pêşî agahî di derbarê wan de wergirtin û niha jî em wan bi çavê serê xwe dibînin. Gelek xweş û hêja ye.”


Dîlan Salik jî got: “Min di derbarê perperîkan de pir tiştek nedizanî û min digot qey ew tenê rojekê dijîn. Lê li vir ez gihîştim wê yekê ku ne wisabûye. Cihekî gelek sûdwer, balkêş û xweş e.”


Dar û berên di hundirê kêwgeyê de ên tropîkal in. Hewaya hundirê wê her dem germ e da perperîk karibin têde bijîn. Nava gulî û ser pelên daran tev perperîk in. Li cîhanê nêzikî 200 hezar corên wan hene. Ji wan nêzikî 600 cor li vir hene û pêkan e ku mirov rêwitiya wan a ji derketina hêkan ta mirina wan bibîne.


Zerya Zîn Yildiz jî diyar kir ku ew gelek ji perperîkan hez dike û wiha pê de çû: “Ji bo ku wan bibînim hatim vir. Min gelek ji vir jî hezkir. Perperîk dema weke kurmikanin pir dixwin. Min di derbarê wan de gelek agahî wergirtin. Ew der cihekî gelek xweş e û geştkirina li vir hesteke gelek xweş e lê piçekî ger me. Reng û firîna wan gelek dilê min xeş dikin. Xwezî zarokên Kurdistanê jî karibin bêne Stenbolê û bihatana ew perperîk jî bitîdana”.


Can Çilesîz jî wiha axivî: “Ez li vir hîn bûm bê ka temenê perperîkan çi ye û ew çawa ji hêka xwe derdikevin û heta ku dibin perperîk. Min gelek corên perperîkan jî li vir dîtin ku haya min ji wan tunebû. Ew der dişibe daristanên baranê. Ez elimîm wê ku 200 hezar corên perperîkan hene. Bi rastî cihekî gelek bi bandor e li ser mirov”


Tişta ku di derbarê perperîkan de tê zanin dirêjiya temenê wan e. Herkes dizane ku perperîk tenê rojekê dijîn. Lê ew agahiyeke xelet e. Emri perperîkan 2-3 hefte, hin corên wan jî hene ku ew dikarin ta salekê jî bijîn. Ew giyanewerê ku weke kurmikekî ji heka xwe derdikeve, pişt re xwe dixe hundirê kozeyakê û ji wir weke perperîk derdikeve. Ew bax tenê ji bo geşta xelkê hatiye amadekirin. Tu dahateke din ji vê kêwgeyê nîn e lê eleqeya xelkê jî dahateke kêm nîn e helbet.


Damezrînêra Kêwgeyê Çîgdem Unlu jî wiha behsa çêkirina kêvgeyê dike: “Min û hevjînê xwe dema me geşta cîhan kir me baxên perperîkan li Brîtanya û Kosta Rîka dîtin. Me jî xwest em weke ya Brîtanya vî baxê amade bikin. Li vir tenê perperîkên tropîkal hene. Ew der weke bexçeyekî heywanan e. Bi beramber kirîna ticetan herkes dikare van bibîne. Her meh ji çar aliyê cihanê ji me re perperîk tên. Ji bo jiyana wan ya li vir xwarina li gor wan û hewaya hundirê vir girîng e. Me jî ew pêwîstî bi cî kirine. Dema geştiyar tên dikarin li vir hemû rêwitiya perperîkan bibînin.”


Baxê perperîkan her dem û her roj ji bo geşityaran vekirî ye. Piştî rêwitiyeke bi qasî seatekê ji Teksîmê ên ku bixwazin dikarin bigihîjin vir û ne tenê perperîk, gelek corên din ên sewalan û xweza û şînahiyeke bê hempa jî li vir bibînin, ta êvar dema xwe derbas bikin û tecrûbeyeke ciyawaztir li tecrûbeyên xwe zêde bikin.