Erdogan biryarname îmze kir: 12 girtî hatin efûkirin
Hewlêr (Rûdaw) – Serokkomarê Tirkiyeyê biryarnameyek îmze kir û ji ber sedemên cuda 12 girtî efû kirin.
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, li gorî benda 16an a madeya 104an a Destûra Bingehîn, ji ber pirsgirêkên tenduristiyê cezayên mayî yên 12 girtiyan efû kirin.
Biryar di Rojnameya Fermî de hatin weşandin.
Di pêvajoya efûyê de raporên ku ji aliyê Saziya Tiba Dadî ve li gorî nivîsên Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê hatibûn amadekirin, wekî bingeh hatin girtin.
Di nava girtiyên ku hatine efûkirin de hinek kesên ku bi sûcên giran hatibûn girtin jî hene.
Girtiyên ku hatine efûkirin ev in:
Mehmet Tunç (87): Li 26emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bi sûcê “hewldana jinavbirina pergala destûrî” bi cezayê heta hetayê yê girankirî hatibû mehkûmkirin. Ji ber “kalbûnê” cezayê wî hat efûkirin.
Alî Kapu (63): Bi sûcê “kuştina bi plan” cezayê heta hetayê yê girankirî standibû. Ji ber “nexweşiya berdewam” hat efûkirin.
Mustafa Şahbudak (59): Şahbudakê ku di nav de kuştina bi qestî, teşwîqkirina fuhûşê û avakirina rêxistina sûcê de ji ber gelek sûcên cuda gelek cezayên girtîgehê û pereyan standibû, cezayê wî ji ber “kêmendamiyê” hat rakirin.
Mahmut Altun (69): Bi sûcên teşwîqkirina fuhûşê û avakirina rêxistinê cezayê girtîgehê standibû. Ji ber “nexweşiya berdewam û kalbûnê” hat efûkirin.
Serkan Şencan (44): Bi sûcên wekî bazirganiya madeyên hişbir û teşwîqkirina fuhûşê bi giştî zêdetirî 24 salan ceza lê hatibû birîn. Ji ber “nexweşiya berdewam û kêmendamiyê” hat efûkirin.
Mustafa Egmen (39): Bi gelek sûcan, di nav de hewldana kuştina bi qestî, sextekarî di belgeyên fermî de û bêparhiştina ji azadiyê, di girtîgehê de bû. Ji ber “nexweşiya berdewam û kêmendamiyê” hat efûkirin.
Suleyman Kizilkaya (32): Bi gelek sûcên dizî û gefxwarinê hatibû mehkûmkirin. Ji ber “kêmendamiyê” cezayê wî hat efûkirin.
Abdullah Şen (81): Bi sûcê “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê standibû. Ji ber “nexweşiya berdewam” hat efûkirin.
Adem Kozu (54): Bi sûcên “hewldana guhertina bi zorê ya pergala destûrî” û “xistina tiştên qedexe nava girtêgehê” mehkûm bû. Ji ber “nexweşiya berdewam” hat efûkirin.
Hemû biryar bi îmzeya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan 31ê Tîrmeha 2025an ketin meriyetê.