Polîsekî malbata xwe ji nav bir û xwe jî kuşt
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Merkezefendiyê ya parêzgeha Denîzliyê ya Tirkiyeyê polîsekî piştî ku hevjîna xwe û du zarokên xwe bi demançeyê kuştin, xwe jî kuşt.
Di bûyerê de bi giştî 4 kes mirin.
Bûyer li qata yekem a avahiyeke çar qatî ya li kolana 1731ê a taxa Karamanê ya navçeya Merkezefendiyê qewimî.
Piştî ku şêniyên avahiyê dengê çekan bihîst, polîs û tîmên tenduristiyê ji rewşê agahdar kir.
Dema ku tîm gihîştin cihê bûyerê, rastî termên Coşkun S.yê 35 salî, hevjîna wî Nazli S. û zarokên wan Yagizê 7 salî û Duru S.ya 2 salî hatin.
Li gorî lêkolîna destpêkê, polîs Coşkun S. piştî ku hevjîna xwe û zarokên xwe bi demançeyê kuştine, bi heman çekê xwe kuştiye.
Tîman term ji bo otopsiyê birin Meytxaneya Saziya Tiba Dadî ya Denîzliyê.
Hat zanîn ku Coşkun S. li navçeya Cizîrê ya Şirnexê polîs bûye û çend roj berê ji bo bêhnvedana salane çûbû Denîzliyê û li gel malbata xwe li mala xesûya xwe dima.
Derbarê bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.