Pêngaveke nû di pêvajoyê de: Ji bo 'Yasaya Danîna Çekan' komîsyon tê avakirin

Hewlêr (Rûdaw) - Ji bo amadehiya bingeha yasayî ya pêvajoya danîna çekan a PKKyê, dê li Parlamentoya Tirkiyeyê komîsyoneke nû were avakirin.

Komîsyon dê li ser pêşnûmayasayekê bixebite ku statuya yasayî ya gerîlayên PKKyê yên ku dev ji çekan berdidin diyar bike û entegrasyona wan a bi civakê re misoger bike.

Komîsyona ku tê gotin hefteya bê dest bi kar bike, dê pêşnûmayasaya "Yasaya Danîna Çekan" amade bike ku ev yek dê di dîroka hiqûqa Tirkiyeyê de bibe mînaka yekem.

Armanca vê yasayê ew e ku statuya yasayî ya gerîlayên PKKyê yên ku çekan datînin diyar bike û ji nû ve entegrasyona wan a bi civakê re pêk bîne.

Li gorî nûçeya rojnameya Turkiyeyê, komîsyona ku dê were avakirin di civîna xwe ya yekem de dê salnameya xwe ya xebatê, rojên civînan û rêbazên ku dê bişopîne diyar bike.

Tê payîn ku civîn ji çapemeniyê re girtî bin lê hemû gotûbêj dê werin qeydkirin.

Pêşnûmayasaya dîrokî li ser maseyê ye

Erkê herî krîtîk a komîsyonê dê amadekirina pêşnûmayasaya "Yasaya Danîna Çekan" be.

Di vê pêvajoya xebata berfireh de, dê serî li nêrînên hiqûqnas, akademîsyen, nûnerên saziyên civaka sivîl û karmendên dewletê yên ku di pêvajoyên çareseriyê yên berê de xwedî ezmûn in, were dayîn.

Çavkaniyên AK Partiyê tekez dikin ku bendên poşmaniya çalak ên di qanûna cezayê ya heyî de, ji bo rewşeke danîna çekan a komî têrê nakin.

Ji ber vê yekê, tê diyarkirin ku pêwîst e yasayeke nû were derxistin ku rewşa yasayî ya kesên ku çekan datînin, pêvajoyên tespîtkirin û piştrastkirina nasnameyan û şêweyên darizandinê bi awayekî zelal sererast bike.

Di darizandinan de serdemeke nû

Li gorî pêşnûmayasaya ku dê were amadekirin, lêpirsîn û dozên ku bi tohmeta "endamtiya rêxistina terorê" li dijî gerîlayên PKKyê yên ku danîna çekan a wan hatiye piştrastkirin, dê werin betalkirin.

Ev kes dê ji ber sûcê endamtiya PKKyê neyên cezakirin.

Lêbelê, kesên ku sûcên edlî yên wekî kuştina mirovan kirine, dê ji ber van sûcan werin darizandin û cezayê pêwîst werbigirin.

Pakêta entegrasyona civakî

Komîsyon li gel sererastkirinên yasayî, dê pakêteke pêşniyaran jî amade bike da ku endamên PKKyê yên ku çekan datînin, piştî vegera Tirkiyeyê ji nû ve bi jiyana civakî re adapte bibin.

Tê plankirin ku ev pakêt mijarên wekî perwerde, kar û leşkeriyê li xwe bigire û gavên ku divê wezaretên pêwendîdar biavêjin jî di nav de bin.