Erdogan: Hindik maye ku li herêma me bayê aştiyê rabe
Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan behsa pêşhatên dawî yên pêvajoya çareseriyê kir û got, "Hindik maye ku li herêma me bayê aştiyê rabe.”
Serokkomarê Tirkiyeyê li Stenbolê beşdarî "Bernameya Fînalê ya Dibistanên Havînê yên Weqfa TÛGVAyê" bû.
Recep Tayyîp Erdogan di bernameyê de gotarek pêşkêş kir û di axaftina xwe de behsa pêvajoya çareseriyê û pêşhatên li herêmê kir.
Serokkomarê Tirkiyeyê behsa hatina aştiyê kir û wiha domand:
"Gelekî hindik ma ye ku em bigihêjin wê Tirkiyeya ku bi salan e miletê me bi hesreta wê ye.
Bawer bikin, pir hindik maye ku li cografyaya me ya ku bi zilm, krîz û pevçûnan re têdikoşe, bayê aştiyê rabe."
"Em dê Tirkiyeyeke bê teror radestî we bikin"
Recep Tayyîp Erdogan bangî ciwanan kir û got, "Bi îzna Xwedê, em dê Tirkiyeyeke wisa radestî we bikin ku li her bihosta wê aştî, ewlehî û kêfxweşî hebe û dê teror tê de tunebe."
Serokkomarê Tirkiyeyê behsa êrişên Îsraîlê yên li Xezeyê jî kir û rewşa li wir weke "jenosîda herî hovane ya sedsala dawî" bi nav kir.
Erdogan da zanîn ku wan ji roja yekem ve berteka herî tund nîşanî bûyerên li Xezeyê daye û got,
"Hûn nikarin hezkirina gelê Xezeyê ya li Tirkiyeyê bi dawî bikin.
Înşelah em dê bibînin ku wekî Sûriyeyê zilma li Xezeyê jî bi dawî bûye. Em dê li Xezeyê nimêja şukiriyê bikin."