Kiliçdaroglu: Li şûna aqil dar tê bikaranîn
Hewlêr (Rûdaw) - CHP bi beşdariya 160 şaredariyên xwe û zêdeyî 300 kooperatîfan Lûtkeya Geşepêdana Cotkariyê amade kir. Serokê CHP Kiliçdaroglu jî beşdarî lûtkeyê bû û got “Li Tirkiye di her mijarê de li şûna ku aqil bê bikaranîn, jop tê bikaranînin. Nabe ku bi darê zorê bihayê berhemên cotkarî bê daxistin. Divê aqil bê bikaranîn û ew qad bê geşkirin.”
Partiya Komarî ya Gel (CHP) ku di van demên dawîn de weke desthilata demên pêş tevdigire, li ser pirsgirêkên din ya mezin xebateke balkêş da da destpêkirin. CHP rewşa cotkariyê ku him li Tirkiye û him jî li Bakurê Kurdistanê di têkçûneke mezin de ye, lûtkeyeke berfireh lidar dixe.
Qada cotkariyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji ber bihabûn û hawirdekirina ji derve di qeyraneke kûr de ye. Partiya opozisyonê CHP jî ji bo tespîtkirina kêşe û çareseriya wan di hewleke berfireh de ye. Bi vê hincetê Serokê Giştî yê CHP Kemal Kiliçdaroglu 160 şaredarên partiya xwe, hejmarek cotkar û kooperatîfên wan li Stenbolê li hev komkirin. Di Lûtkeya Geşepêdana Cotkariyê de plan û bernameyeke fireh ji bo çareseriyê hate amadekirin. CHP rizgariya ji qeyrana aborî di geşkirina cotkariyê de dibîne.
Şaredarê Îzmirê Tunç Soyer got “Polîtîkayeke cotkariyê nîn e. Ya rast planeke cotkariyê nîn e. Qada cotkariyê her biçûk dibe û zirar mezin dibe. Her ku diçe tenê cotkariya endusriyel tê kirin. Ew jî dike ku axa bi bereket têk biçe, xelk ji cihê xwe barke û denge serobin bibe. Em her ku diçe feqîr dibin. Tenê kartelên mezin cotkariyê dikin û ew jî xiyaneteke mezin e li axê.”
Şaredariyên CHPê di salên dawîn de girîngiyek mezin didan cotkariyê û bi hevbeşî pareke zêde ya zeviyên vala diçînin û berhemên ku têne hilberîn jî bi bihayekî kêm li bazarê belav dikin.
Di çarçoveya lûtkeyê de pêşengehek jî hat amadekirin û berhemên koperatîf û şaredariyan lê hatin danîn. CHP vê projeya xwe weke altarnatîfeke başkirina qadê pênase dike.
Parlementerê CHPê Gokhan Gunaydindibêje “CHP diyar dike ku ew dê di salên 2024 û 28an de çi bike û polîtikayeke çawa bimeşîne. Ew amarên ku em dibên li ba wezaretê nîn in lê rastiya me ew e. Em namzetê çareserkirine hemû çareseriyên Tirkiye ne û ew hêz û kadro jî li ba me amade ye.”
Dahata cotkariyê li Tirkiye di nava para giştî de di sala 2019an de gihîştiyê 275 mîlyar lîre. Qebareya hinarde û hawirdekirina giştî 31.4 milyar e. Bi giştî nêzikî 39 milyon hektar zevî têne çandin û ajotin.
Li gor TUIKê di nava 10 salên dawîn de ji sedî 8.2ê zeviyan jê çûne. Tirkiye niha nezikî 20 berhemên cotkariyê ji derve dikire. Di sala 2020an de bi qasî 16 milyar lîre berhemên cotkariyê hatine hawirdekirin.