Semra Guzel nehat berdan

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgehê biryara domandina girtina Parlamentera berê ya HDPyê Semra Guzelê da.

Semra Guzel, ji ber wêneyên wê yên bi gerîlayekî PKKyê re bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" tê darizandin.

Danişîna dozê li Dadgeha 22yemîn a Cezayên Giran a Enqereyê hat dîtin.

Semra Guzel bi rêya Sîstema Deng û Dîmen (SEGBÎS) ji girtîgehê beşdar bû.

Hevberdevka HDKyê Meral Daniş Beştaş û parlamenterên DEM Partiyê Halîde Turkoglu, Saliha Aydenîz û Ayten Kordu jî rûniştina dozê şopandin.

Dozgeriyê bi hinceta "gumana revê" xwest ku girtina wê bidome.

Semra Guzelê di parastina xwe de got ku wêne di dema pêvajoya çareseriyê (2013-2015) de hatine girtin û diyar kir ku dewletê ji wan çûn û hatinan haydar hebû.

Semrayê da zanîn ku ew 4 sal in tê darizandin û ji ber dema girtîmayînê divê were berdan.

Wê her wiha bal kişand ser pêvajoya nû û pirsî:

“Xelkê merasîma çekberdanê temaşe kir. Gelo heke ev pêvajo erênî bi dawî nebe ma dê ev jî bên darizandin?”

Parêzeran jî diyar kir ku doz siyasî ye, ti delîleke şênber nîne û muwekîla wan 37 meh in girtî ye, lewma divê were berdan.

Dadgehê daxwaza berdanê red kir û biryar da ku girtina Guzelê bidome.

Danişîn heta  3ê Çiriya Paşîn a 2025an hat bipaşxistin.