Buldan: Em dê di demeke kurt de biçin serdana Ocalan
Hewlêr (Rûdaw) - Endama Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldanê ragihand ku ew dê di demeke kurt de biçin serdana Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan.
Serokwekîlên Koma AK Partiyê Abdullah Guler û Ozlem Zengîn îro çûn serdana Koma DEM Partiyê.
Endama Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê û Parlamentera Wanê Pervîn Buldanê piştî civînê bersiva rojnamegeran da.
Pervîn Buldanê amaje bi serdana Abdullah Ocalan kir û da zanîn ku serdan dê di dema herî kurt de pêk were.
Buldanê behsa civîna Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan a bi Hevserokên DEM Partiyê, Serokê MHPyê û Serokê ÎYÎ Partiyê re kir û got:
“Bi dîtina min ev civîn li gorî ruhê îro bû. Bi şev jî berdewamiya wê heye.
Em dê di resepsiyona parlamentoyê de careke din werin ba hev.”