Pêvajoya çareseriyê: Kurd bi guman in
Enqere (Rûdaw) - Li Enqereyê, mijara "pêvajoya çareseriyê" careke din rojeva siyasî germ dike.
Ji bo vê armancê komxebateke berfireh tê lidarxistin. Siyasetmedar, rewşenbîr û nûnerên saziyên sivîl li ser hewcedariya destûreke nû û gavên yasayî li hev dicivin.
Beşdarên komxebatê hemfikir in ku bêyî bingeheke yasayî, pêvajo nikare bigihîje armanca xwe.
Di komxebata bi navê "Lêgerîna Aştî û Demokrasiyê" de, nêrînên cuda derdikevin pêş.
Hinek beşdar bi hêvî ne ku zimanekî nû yê aştiyê bê avakirin.
Li aliyê din, dengên rexnegir û gumanbaran jî di komxebatê de bilind dibe.
Bi taybetî ji aliyê Kurdan ve bêbaweriyeke mezin heye.
Serokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Huseyin Kuçukbalaban diyar kir ku ji ber ku dewlet gavên şênber navêje, piraniya Kurdan ji pêvajoyê nerazî ne.
Ev nerazîbûn û bêbawerî wekî astengiya herî mezin a li pêşiya pêvajoyê tê dîtin.
Azadnekirina Selahattîn Demîrtaş û girtiyên din ên siyasî wekî mînaka herî berbiçav a samîmînebûna dewletê tê nîşandan.
Ji aliyekî ve banga diyalogê, ji aliyê din ve jî bêdengiya li hemberî daxwazên bingehîn, vê gumanê kûrtir dike.
Kuçukbalaban: Piraniya Kurdan ji pêvajoyê nerazî ne
Serokê ÎHDyê Huseyin Kuçukbalaban ji Rûdawê re ragihand ku di nava Kurdan de gumanên cidî hene.
Kuçukbalaban got, "Heya niha piraniya Kurdan ji pêvajoyê ne razî ne.
Ji ber ku dewletê ti gav neavêtine, Kurd bêbawer dibin."
Serokê ÎHDyê azadnekirina Demîrtaş û girtiyên din ên siyasî wekî mînak nîşan da.
Kişanak: Divê zimanekî nû yê aştiyê bê avakirin
Hevseroka berê ya Şaredariya Amedê Gultan Kişanakê jî li ser girîngiya hevfêmkirinê rawestiya û got:
"Di avakirina zimanê aştiyê de kêmasî hene. Armanca van civînan ew e ku hestên hevbeş û zimanekî nû yê çareseriyê bê durustkirin.
Ev civîn derfet in ku em pirsgirêkên xwe bi hev re çareser bikin."
Kirkazak: Em li çareseriyên nû digerin
Hevserokê HDPyê Cahît Kirkazak jî armanca komxebatê wiha anî zimên:
"Em li ser Tirkiyeyeke pirçandî, hiqûqî û xwedî rêvebiriyeke xwecihî nîqaşan dikin. Ev dê çawa pêk were?
Mînakên cîhanê çi ne? Em dixwazin van mijaran gotûbêj bikin û rêyên çareseriyê bibînin."
Şêx Diyadîn Firat: Pêwîstî bi samîmiyetê heye
Endamê Encumena DEM Partiyê Şêx Diyadîn Firat jî banga samîmiyetê li dewletê kir û got:
"Pêwîst e civak û siyaseta Tirkan samîmî be. Divê ti tiştî di bin hişê xwe de veneşêrin. Pêwîst e her tişt zelal û samîmî be."
Di komxebatê de, ji destûra sala 1921ê heta ya 1982yan, destûrên Tirkiyeyê tên nirxandin.
Armanc ew e ku Tirkiye bigihîje destûreke demokratîk ku mafên Kurdan jî tê de parastî bin.
Di roja duyem a komxebatê de dê partiyên çep û sosyalîst ên Tirkiyeyê nêrînên xwe parve bikin.