Alî Yerlîkaya hejmara Sûriyeyiyên ku vegeriyane eşkere kir

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihand ku piştî rûxîna desthilata Beşar Esad, hejmara Sûriyeyiyên ku ji Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê vegeriyane welatê xwe gihiştiye 550 hezarî.

Desthilata Beşar Esad 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an hatibû rûxandin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li Kilîsê di bernameya "Hevdîtina Teşkîlatê" ya AK Partiyê de axivî.

Yerlîkaya di axaftina xwe de amaje bi pêvajoya nû ya çareseriyê kir, got:

“Em wekî Tirk û Kurd miletekî mezin in ku li ser heman sifreyê rûdinin û di bin sîwana heman alayê de bûne yek. Hinek ji vê hêz û biratiya me aciz bûn.

Hinekan belaya terorê ya ku nîv sedsal e li ser serê miletê me ye, wekî taşeron bi kar anîn lê biryardariya me encam da.

Îro em dibînin ku serdemek bi dawî bûye. Tirkiye bi lez ber bi armanca xwe ya 'Tirkiyeya Bêteror' ve diçe.

Em bi hev re Tirkiyeyeke ku gefa terorê bi temamî ji holê rabûye û li her bihosta axa welatê me ewlehî û aramî serwer e, ava dikin.”

"550 hezar Sûriyeyî vegeriyan"

Yerlîkaya her wiha ku bal kişand ser wê yekê ku mijara koçberiyê di rojeva tevahiya cîhanê de ye, wiha pê de çû:

"Ka wateya koça bêserûber çi ye û hembêzkirina li bindestan tê çi wateyê, pêşî werin ji birayên min ên Kilîsî bipirsin.

Di mijara koçberiyê de Tirkiyeyê têgihiştineke ku wijdan û rehm lê sazûmanî bûye û rûmeta mirovahiyê esas digire, ji xwe re bingeh girt.

Bi vî aliyê xwe bû mînak ji bo hemû cîhanê. Prensîba me hiqûq, wijdan û nirxên me yên şaristaniyê ne.

Di bin serokatiya serokkomarê me de, me ji van prensîbên xwe santîmekê jî paşde gav neavêt.

Di mijara Sûriyeyê de, wekî li Xezeyê, em li cem mafdar û bindestan sekinîn.

Me pişta xwe neda kesên ku li ber zilm, birçîbûn û şer bûn. Me qet qêrînên wan ji nedîtî ve nehat.

Dê salek di ser bidawîhatina zilma Esed a 8ê Kanûnê Pêşîn re derbas bibe.

Ji 8ê Kanûna Pêşîn heta îro, hejmara birayên me yên Sûriyeyî yên ku bi dilxwazî vegeriyane bûye 550 hezar.

Ji sala 2016an heta îro jî hejmara Sûriyeyiyên ku bi dilxwazî, bi ewle, birûmet û bi awayekî birêkûpêk vegeriyane, gihîştiye 1 milyon û 290 hezarî."