'Li Amed, Stenbolê parsek heye lê li Hewlêr,Dihok û Silêmaniyê nîne'

02-01-2014
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Nivîskar û Sosylogê navdarê tirk û dostê nêzîkî yê gelê kurd Profesor Dr. Îsmaîl Bêşîkçî, bi tundî helwesta Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Parlamentera Stenbolê Sebahet Tûncel li hember hinartina petrola Herêma Kurdistanê rexne kir û wiha got: “Sebahet Tûncel dibêje Barzanî û Amerîka petrola kurdan difroşin û dixwen. Ev gotinên gellekî bêqîmet, qirrêj û ji exlaq dûr in, çimkî bila Tûncel bizanibe li Hewlêrê, li Silêmaniyê li Dihokê parsek nînin lê li Amedê, Stenbolê, Enqerê, Meletiyê, Parîsê parsek hene…”

Dostê gelê kurd û sosyolog Prof. Dr. Îsmaîl Bêşîkçî, di nivîsekê de ku duh (01.01.2014) li malpera ilkehaberê de hat belavkirin, bi tundî li girîngiya zimanê kurdî û komkujiya Roboskiyê axivî her wiha helwesta siyasetmedara kurd Sebahet Tûncel li hember zimanê kurdî û gotinên rêberê PKKê Abdullah Ocalan yên di dema lêpirsînê de bi zimanekî tûj rexne kir.

Prof. Dr. Bêşîkçî, di nivîsa xwe ya bi navê “Roboskî-Goyî” de piştî ku behsa çawaniya tevlêbûna endamên eşîra Goyî ya Bakûrê Kurdistanê bo Şoreşa Îlonê ya Mela Mistefa Barzanî bûne, amaje bi civîna 15-16ê Hezîrana 2013an a bi navê “Konferansa Çareserî û Yekrêziyê li Bakûrê Kurdistanê” ya Amedê kir û wiha got: “Jibilî rayedar û parlamenterên BDPê herkesî bi kurdî axivî. Helbet dema rayedarên BDPê li Amedê bi tirkî diaxifin, tiştekî xelet e, helbet BDP hertim wiha dike lê ya girîng ji bo min, ew bû ku kesekî ji gundê Roboskiyê (hemû ji eşîra Goyî ne) jî di wê civînê de axivî û behsa komkujiya Roboskiyê kir lê bi tirkî anî ziman. Vê yekê ez gellekî êşandim. Dewletê her bela aniye serê te lê tu bi tirkî êşên xwe tînî ziman. Ev bûyer nîşan dide ku çima di mijara çareseriyê da gavên ciddî navêje. Çimkî dewlet dibêje çiqas dereng bibe wê demê asîmîlasyon dê kûrtir bibe…”

Prof. Dr. Bêşîkçî di berdewamiya nivîsa de li ser eşîra Goyî, gundê Roboskiyê û sedemên ku neçar dibin bibin cerdevanên dewletê yan jî qaçaxçîtiyê bikin wiha tîne ziman: “Hestên netewî yê goyiyan, çi yên li Bakûrê Kurdistanê bin çi jî yên li Başûrê Kurdistanê bin, bihêz e. Ji ber rewşa xwe ya aborî û jiyanê bûne cerdevan. Lê mirov nikare bêje şerekî kûr bi PKKê re kirine. Ji ber ku cerdevan in dewlet hinek caran çavê xwe li hember qaçaxçîtiya wan digire. Qaçaxçîtî di rastiyê de ji ber wê ye ku têkiliyên xwe bi Başûr re zindî bihêlin. Helbet peyva qaçaxçîtiyê xelet, ji ber ku qaçaxçîtî derbasbûna nihênî ji welatekî bo welatê din e. lê kurd li nav welatê xwe de digerin, ji Bakûr diçin Başûr û ji Başûr diçin Bakûr…”

Derheqê helwesta Sebahet Tûncel a li hember kurdî û hinartina petrola Herêma Kurdistanê de jî, dostê gelê kurd behsa axaftina Tûncelê ya di civîna roja 21ê Kanûna 2013an a li Zanîngeha Bîlkent a Stenbolê de kir û wiha got:“ Tûncel di civînê de got ez jin im, sosyalîstim û elewî me lê negot ez kurd im, behsa kurdbûna xwe nekir. Ev yek jibîr kir yan jî girîngî nedayê. Dibe Tûncel kurdbûna xwe jibîr bike lê dewlet vê yekê jibîr nake çimkî dadgehê biryara derheqê girtina wê de roja 28ê Kanûna 2013an wate di salvegera komkujiya Roboskiyê de da, ev jî kurdbûna Tûncelê tîne bîra wê. Li Tûncelê dewlet tiştekî pîs e û ji ber wê jî kurd dewletê naxwazin. Lê gelo eger dewlet pîs be çima tirk, ereb, fars û gelên din li dijî dewletê dernakevin?...”

Dr. Bêşîkçî bi tundî bersiva gotinên Tûncel ên derheqê hinartina petrola Herêma Kurdistanê jî da û wiha got: “Tûncel di axaftina xwe de gotibû Barzanî û Amerîka petrola kurdan difroşin û dixwen. Ev gotin gellekî kirêt, qirrêj û ji exlaq dûr in. ji ber ku ew pereyê ku ji firotina petrola kurdan bidest dikeve dibe xercê çêkirina dibistan, rê, nexweşxane û navendên saxlemî, perwerde û htd... û di vî warî de jî gellekî pêşketin heye. Di dema Sedam Husên de, petrola Kurdistanê dibû bombe, gazên kîmyayî û mîn li ser serê kurdan de dihat rijandin. Wê çaxê dahata her kesekî 50-60 dolar bû niha dahata her welatiyekî Kurdistanî 6-7 hezar dolar e… Li Enqerê, li Stenbolê, li Amedê, li Meletiyê, li Parîsê parsek hene lê li Hewlêr, Silêmanî û Dihokê nîne. Helbet mirov dikare Hikûmeta Herêma Kurdistanê rexne bike, mîna yek ji kêmasiyên wê rêveberiyê ew e ku heta niha bazara Başûr ji karsazên Bakûr re venekiriye…”

Prof. Dr. Îsmaîl Bêşîkçî, ku beriya girtina Ocalan yek ji alîgirên tund ên PKKê û hizra Ocalan bû, amaje bi nivîsa kovara “Aydinlik” a bi navê “Ocalanê Îmraliyê dibêje ku” dike û wiha tîne ziman: “Wisa xuya ye ku ew nivîsên Aydinlikê naveroka lêpirsîna Ocalan e. Ocalan di wê lêpirsînê de gellek caran dibêje, tirkê herî baş ez im, ez peyayê dewletê me, ez tiştekî ji dewletê naxwazim tenê hatime xizmetê bikim, Talebanî û Barzanî dardestên Amerîka ne… Ocalan Fermandehiya Giştî ya artêşê re pêşniyar dike bo ku PKK êrişî Barzanî û Talebanî bike, plan çêbike…”

Li gorî Bêşîkçî, divê BDP, KCD, Ocalan, Qendîl li hember van nivîsa û gotinan bêdeng nemînin û daxuyanî bidin…

Di dawiya nivîsa xwe de mamosta Bêşîkçî, wiha dibêje: “Eger Ocalan dixwast xizmeta dewletê bike jixwe dikarîbû wek karmendekî xizmet bikira û pêwîstî bi xebat û têkoşînê jî nebû. Dikarîbû bibe wezîrê navxwe, serokwezîr heta serokomar jî. Çimkî ew kesê ku xwe ji tirkan tirktir bibîne li Tirkiyê pêşiya wî vekirî ye lê yên ku xwe kurd dibînin pêşiya wan hertim girtî ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst