FLAŞ – DAIŞê êrişa Stenbolê girt ser xwe

Navenda Nûçeyan – Rêxistina DAIŞê berpirsatiya êrişa pêr şev li taxa Ortakoy a Stenbolê, di hola şahiyan a Reinayê de girte ser xwe.


Li gorî nûçeya Reutersê rêxistina DAIŞê êrişa li hola şahiyan a Reinayê ku di encamê de 39 kesan jiyana xwe ji dest dan û 65 kesên din jî birîndar bibûn li xwe girt.


Rêxistina DAIŞê di daxuyaniyekê de teqîna pêr şev 01.01.2017ê Çileyê li li taxa Ortakoy a Stenbolê ya hola şahiyan a Reinayê li ser xwe qebûl kir.


Di daxuyaniya DAIŞê de wiha hat gotin: “Li Stenbolê leşkerekî me 150 kes li holekê şahiya ya mûşrikan hedef girt. Çalakiyên me yên yên pîroz berdewam in. Leşkerekî mêrxas ê Dewleta Îslamî li bajarê Stenbola Tirkiyê ya ku xacperestan bi narincoyek û reşandina guleyan êrişek encam da ku 150 kes hatine kuştin û birîndarkirin. Divê Tirkiyê ya xacparêz vê yekê baş bizane: Xwîna misilmanên bi firkoyên rijandî, dê bi îzna Xwedê weke agir vegere.”