Îdiaya ku dê Koşka Spî bihejîne: Jineke li Tirkiyeyê dibêje 'Ez keça Trump im'

Enqere (Rûdaw) - Welatiya bi navê Necla Ozmen a ku li Tirkiyeyê dijî, îdia kir ku ew keça Serokê Amerîkayê Donald Trump e.

Necla Ozmen ji Rûdawê re axivî û diyar kir ku wê ev agahî 2017an ji malbata ku ew mezin kiriye hîn bûye û ji bo îsbatkirina îdiaya xwe testa DNAyê dixwaze.

Necla Ozmenê di hevpeyvîna xwe ya bi Nûçegihanê Rûdawê Alî Tahsîn Guney re îdia kir ku bavê wê yê biyolojîk Donald Trump e.

Ev îdia hîn bi belgeyeke fermî yan testa DNAyê nehatiye piştrastkirin û tenê xwe dispêre gotinên Ozmenê û beyanên malbata ku ew mezin kiriye.

"Dema min Trump di televizyonê de dît ez hîn bûm"

Necla Ozmen 1971ê ji dayîk bûye û diyar kir ku heta 46 saliya xwe wê ti agahî li ser malbata xwe ya biyolojîk nizanibûye.

Ozmenê da zanîn ku wê rastiyê 2017an, di serdema yekem a serokatiya Donald Trump de dema ku derketiye televizyonê, ji dayîka xwe ya ku ew mezin kiriye hîn bûye.

Ozmenê ew kêlî wiha vegot:

"Dayîka ku ez mezin kirim, sala 2017an dema Trump bû serok, ew li ser ekranê nîşan da û got 'Bavê te ev e'. Min nexwest bawer bikim, ez pir fikirîm.

Lê gotin ku ew kesê ez dame wan, yanî bavê min agahiyên xwe gihandine wan. Heta îro ji bo ku ez xemgîn nebim veşartine."

Bavê ku leşkerê NATOyê û îdiaya dayika bi navê "Sofia"

Li gorî îdiaya Ozmenê, zincîra bûyeran destpêka salên 1970yî qewimîne.

Ozmenê diyar kir ku bavê wê yê ku ew mezin kiriye wê demê leşkerê NATOyê bûye û îdia kir ku dayîka wê ya biyolojîk jineke Amerîkî ya bi navê "Sofia" bûye.

Ozmenê got, "Bavê min (yê ku ew mezin kiriye) dema li NATOyê peywirdar bûye dayîka min a biyolojîk nas kiriye.

Wê demê pêwendiya dayîka min û Donald Trump hebûye û ducanî maye. Zarok li vir aniye dinyayê.

Paşê ji ber ku baweriya wê bi malbata min a niha dihat ez radestî wan kirime."

Ozmenê diyar kir ku jê re hatiye gotin dayîka wê paşê miriye û îdia kir ku Trump wê demê rewş qebûl nekiriye.

Dadgehê îdia "bêbingeh" dît

Necla Ozmenê mijar bir dadgehê lê dadgehê bi hinceta ku îdia "bêbingeh" in doz red kir.

Ozmenê helwesta dadgehê rexne kir û got, "Dadger bêyî lêkolînê, li gorî pêgeha kesê hember biryar da.

Ez vê yekê hem ji bo xwe û hem jî ji bo Birêz Trump wekî heqaret dibînim."

Ozmenê diyar kir ku ew hewl dide têkoşîna xwe ya hiqûqî bibe qada navneteweyî û wê bi derfetên xwe daxwaznameyeke Îngilîzî amade kiriye û bi rêya Balyozxaneya Amerîkayê serî li Dadgeha Malbatê daye.

Belge nîne, "hest" hene

Di hevpeyvînê de Ozmenê mikur hat ku belgeyeke fermî ya jidayîkbûnê yan agahiyek li ser dayîka wê ya biyolojîk di destê wê de nîne û di qeydên Wezareta Tenduristiyê de jî tiştek nehatiye dîtin.

Ozmen îdiaya xwe dispêre şibandina fîzîkî û ya karakteran.

Ozmenê karaktera xwe şiband Trump û got, "Ez nêzîkbûnekê li hemberî wî hîs dikim.

Axaftina wî, rûyê wî, awayê wî yê hişk dişibe min. Ez jî wekî wî me, tiştê ku ez dixwazim ez bi dest dixim û ez neheqiyê qebûl nakim."

Tenê testa DNAyê dixwaze

Ozmenê tekez kir ku ew dixwaze dawî li nediyariya bi salan bîne û li şûna daxwazên madî ew dixwaze rastî derkeve holê.

Necla Ozmenê got, "Çareya yekem ew e ku Birêz Trump qebûl bike û testa DNAyê bê kirin.

Eger encam pozîtîf derkeve helbet ez dê bipirsim ka çima li min negeriyaye. Lê tenê rêya hînbûna vê testa zanistî ye."