Balyozên 9 welatan ji bo Wezareta Derve ya Tirkiyê hatin bangkirin

02-02-2023
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Balyoz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Balyozê 9 welatan ên ku konsulxaneyên xwe yên Tirkiyê girtin jî di nav de, ji bo Wezareta Derve ya Tirkiyê hatin bangkirin.

Balyozên Almanya, Fransa, Holanda, Brîtanya, Belcîka, Swîsre, Norwêc, Amerîka û Kanadayê îro Pêncşemê 2ê Sibata 2023an ji bo Wezareta Derve ya Tirkiyê hatin bangkirin.

Almanya, Fransa, Holanda, Brîtanya, Belcîka û Swîsreyê ji ber hincetên ewlehiyê konsolxaneyên xwe yên li Stenbolê bi awayekî demkî girtibûn.

Li aliyê din Amerîka û Kanadayê jî di derbarê ewlehiyê de hişyarî dabûn welatiyên xwe yên li Tirkiyê.

Her wiha lîseya Fransî Pierre Loti ya li Stenbolê jî bi awayekî demkî hat girtin û ji dê û bavan re hat gotin, “Di şert û mercên ewlehiyê yên heyî de û di çarçoveya peywendiya bi rayedarên dîplomatîk de, kampûsa Beyogluyê dê 2ê Sibatê roja Pêncşemê û 3ê Sibatê roja Înê bê girtin. Em lêborîna xwe dixwazin ji ber vê pirsgirêka derveyî kontrola me, em ê we agahdar bikin. Em ê we roja Înê ji pêşkeftina rewşê agahdar bikin.”

Herî dawî îro Konsulxaneya Giştî ya Swîsreyê yê Stenbolê li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku konsulxaneya giştî dê bê girtin.

Daxuyaniya Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu di daxuyaniya xwe ya îro de bi awayekî nerasterast Amerîka bi girtina nûnertiyên dîplomatîk tometbar kir û îdia kir ku ew pêşniyara welatên din dike ku konsulxaneyên xwe bigirin.

Soylu got, “Çîroka meselê ev e, efserekî îstixbaratê yê welatekî din kar pêşkêşî çend kesên ku dihatin texmînkirin endamên DEAŞê ne li Tirkiyê, Komara Tirkiyê bi eşkereyî ew gav jî şopand, bi kesên ku kar pêşniyar kiribûn re çend sefer hatin kirin, paşê efserê îstîxbaratê ji Tirkiyê derketiye. Dema ku efserê îstixbaratê ti encam bi dest nexistin, ev agahî ji bo welatê ku yekem bertek û agahî da, kir bazarê û piştre bi têgihîştina dibe ku li Tirkiyê êrîşeke DAIŞê bibe, li dijî Tirkiyê şerekî psîkolojîk tê meşandin.”

Soylu ev girtina konsulxaneyan weke "şerê psîkolojîk" bi nav kir û da zanîn ku 15 kes bi îxbara ku dane wan hatine desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst