Li Deryaya Egeyê erdhejeke bi hêza 4,7 pileyan çêbû
Hewlêr (Rûdaw) - Li Deryaya Egeyê erdhejeke bi hêza 4,7 pileyan rû da.
Li gorî agahiyên ku li ser malpera Serokatiya Birêvebiriya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) hatine weşandin, li Deryaya Egeyê saet 10:22yan de erdhejeke bi hêza 4,7 pileyan çêbûye.
Hat diyarkirin ku navenda erdhejê 171,26 kîlometreyan dûrî navçeya Bodrumê ya parêzgeha Muglayê ye.
Her wiha kûrahiya erdhejê jî 6,64 kîlometre ye.