Li Deryaya Egeyê erdhej çêbû

Hewlêr (Rûdaw) - Li Deryaya Egeyê erdhejeke bi hêza 4,4 pileyan rû da.

Li gorî agahiyên ku li ser malpera Serokatiya Birêvebiriya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) hatine weşandin, li Deryaya Egeyê saet 20:45an erdhejeke bi hêza 4,4 pileyan çêbûye.

Her wiha kûrahiya erdhejê jî 6,99 kîlometre ye.

Hat destnîşankirin ku li gorî tesbîtên destpêkê erdhejê ti zerer negihandiye xelkê.