Erdogan behsa pêşhatên dawî yên li Sûriyeyê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan piştî civîna kabîneyê daxuyanî da Tirkiye û Sûriye wekî Dîcle û Firatê bira ne.

Erdogan got, "Dîcle û Firat çawa bira bin, em jî bi taybetî bi Sûriyeyê re û bi cîranên xwe re bira ne" û diyar kir ku Tirkiye dixwaze aştiya navxwe ya Sûriyeyê di demeke nêz de pêk were.

Erdogan destnîşan kir ku her gaveke ku giringiyê dide aştî û yekparçeyiya axa Sûriyeyê ji bo wan meqbûl e û wiha pê de çû:

"Çareserkirina pirsgirêkê bêyî ku xwîn birije, li ser bingeha yek artêş, yek dewlet û yek Sûriyeyê gelekî giring e.

Bi rêkeftinên dawî re li pêşberî gelê Sûriyeyê de rûpeleke nû vebûye. Her kesê ku hewl bide aştiyê dînamît bike dê di bin de bimîne."

Erdogan CHP jî rexne kir û bal kişand ser hilberîna Tirkiyeyê ya li parzemîna Afrîkayê ku ji 15 milyar dolarî derbas bûne û got ku ew dê pêwendiyên xwe yên bi Nîjeryayê re jî berfireh bikin.

Her wiha Erdogan da zanîn ku wan hejmara bajarên ku bi rêyên dabeşkirî bi hev ve girêdayî ne derxistiye 77an.

Serokkomarê Tirkiyeyê derbarê aboriyê de jî agahî dan û eşkere kir ku dahata turîzmê ya sala 2025an bi rekorekê gihîşt zêdetirî 64 milyar lîreyî.

Erdogan got ku rezervên Banka Navendî ya Tirkiyeyê ku dema wan desthilat wergirtibû 27 milyar dolar bûn, hefteya borî gihîşt 215 milyar dolarî.

Serokkomarê Tirkiyeyê di dawiya axaftina xwe de behsa geştên xwe yên derve kir û got:

"Înşalah em sibe derdikevin geşteke ku Misir û Erebistana Siûdî li xwe digire.

Em dê binirxînin ka em dikarin di avakirina Xezeyê de çi gavan biavêjin û ji bo ku krîza Îranê di paşerojê de zêdetir nebe em dikarin çi bikin."