TAYBET - Ocalan dixwaze partiyeke nû ava bike?

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyeyê pêvajoya aştiyê û çareseriya pirsgirêka Kurdan didome.

Peyama Abdullah Ocalan a 27ê Sibatê deriyê nîqaşên nû yên siyasî vekir.

Komîsyona Parlamentoya Tirkiyeyê, rapora xwe ya hevbeş bi dengê 47 wekîlan pesend kir û pişt re çav li gavên nû yên siyasetê man.

Di vê pêvajoyê de Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan jî di yekemîn salvegera pêvajoya çareseriyê de peyamek belav kir.

Ocalan bal kişand ser zimanê siyasetê û xwest ku li şûna zimanê zordar û otorîter nêzîkbûnek li ser bingeha azadiya ramanê û têgihiştina hevdu hebe.

Ocalan got, "Niha divê em ji qonaxa negatîf derbasî qonaxa avakirina pozîtîf bibin" û diyar kir ku deriyê serdemeke nû ya siyasetê vebûye.

Wî bangî hemû aliyan kir ku berpirsyariyê bigirin ser xwe.

Îdiaya partiya nû

Ocalan di peyama xwe de giringî da "gavên nû" û xwest ku siyaset bê nûkirin.

Ev yek bû sedema tevgerekê di nava kulîsên siyasetê de.

Di hinek dezgehên medyayê de hat îdiakirin ku Ocalan dixwaze di nav DEM Partiyê de guherînên berfireh werin kirin û daxwaza avakirina partiyeke nû dike.

Hat îdiakirin ku navê partiya nû dê bibe Partiya Komara Demokratîk.

"Em dê li ser van jî biaxivin"

Nûçegihanê Rûdawê Şewket Herkî li ser van îdiayên di medyayê de ev mijar ji çend berpirsên DEM Partiyê pirsî.

Alîkarê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Ozturk Turkdogan diyar kir ku ew wekî partî li gel Abdullah Ocalan di nav diyalogê de ne lê ev mijar hîn nehatine nîqaşkirin.

Turkdogan got, "Em partiyek in ku bi rêya şandeya xwe di qonaxên cuda yên pêvajoyê de li gel Birêz Ocalan di nav diyalogê de ne.

Ji ber wê jî ev mijar hîn nehatine axaftin. Lê bê guman em dê li ser van jî biaxivin.

Ji ber ku eger em civakeke demokratîk ava bikin, partiyên siyasî yên li Tirkiyeyê divê bi berdewamî xwe nû bikin.

Lê em hîn negihîştine wê astê ku di pratîkê de li ser van mijaran bişêwirin."

"Hîn saziyên me yên rayedar ev nîqaş nedane destpêkirin"

Parlamenterê DEM Partiyê yê Antalyayê Saruhan Oluç jî bi bîr xist ku îsal sala kongreyê ye ji bo DEM Partiyê û got, "Ango divê em di nav vê salê de kongreya xwe bikin."

Oluç diyar kir ku  di her sala kongreyê de her partî kêmasiyên xwe nîqaş dike û wiha axivî:

"Nîqaş û nirxandinên ji bo jinûveavabûnê didomin. Eger cihên ku divê di bername û rêziknameyê de werin nûkirin hebin, ew tên nûkirin.

Ji ber vê yekê, ev tişt ji xwe di sala kongreyê de bi xwezayî tên kirin.

Hîn saziyên me yên rayedar ev nîqaş nedane destpêkirin."