Medyaya Tirkiyeyê: Piştî cejnê yasaya pêvajoyê derdikeve
Hewlêr (Rûdaw) - Medyaya Tirkiyeyê ragihand ku dê piştî Cejna Remezanê yasaya pêvajoya çareseriyê were derxistin û vegera gerîlayên PKKyê dest pê bike.
Li gorî nûçeya rojnameya Türkiyeyê ku dispêre çavkaniyên ji AK Partiyê, dê piştî Cejna Remezanê ji bo yasaya pêvajoya çareseriyê gav bên avêtin.
"Bi şertê kontrola dadî dê werin berdan"
Li gorî heman çavkaniyê, gerîlayên PKKyê yên ku beşdarî êrişan nebûne û tawan nekirine dikarin bêyî ku pêwîstî bi yasayê hebe vegerin û dê bi şertê kontrola edlî werin berdan.
Kesên ku bi kontrola dadî werin berdan dê di demên diyarkirî de li navendên ewlehiyê îmzeyê biavêjin.
Yasaya pêvajoya çareseriyê dê piştî ku "rapora MÎTê" ya li ser rewşa li qadê temam bibe li Parlamentoya Tirkiyeyê were derxistin.
"Mijara kêmkirina dema cezayan ne di rojevê de ye"
Li gorî nûçeyê, piştî ku rêxistina PKKyê nemîne dê kesên tawanbar jî li gorî Yasaya Cezayê ya Tirkiyeyê bi tawana “kuştina mirovan” werin darizandin û ceza bistînin.
Eger di “yasaya înfazê” de dema cezayan were kêmkirin ew dê demeke kurt di girtîgehê de bimînin.
Lê ev mijar niha ne di rojevê de ye.
Ji bo serkirdeyên PKKyê yasayeke cuda nîne
Li gorî nûçeyê, ji bo serkirdeyên PKKyê yasayeke cuda nayê derxistin û kesên ku bixwazin vegerin Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dê li gorî yasaya pêvajoya çareseriyê werin darizandin.
Dê ji bo kesên ku ji Ewropayê jî vegerin heman tişt were kirin.
Ocalan dê kengî were berdan?
Li gorî nirxandinan, Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan dikare sala 2035an ji yasaya berdana bi şert sûdê wergire û were berdan.
Ji bo ku niha were berdan jî divê Yasaya Înfazê ya Cezayan were guhertin.