Rojhatê girtî çawa mir?

Hewlêr (Rûdaw) - Girtiyê Kurd Rojhat Babatê ku li Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê dihat girtin, li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin bi awayekî bi guman canê xwe ji dest da.

Malbata Rojhat ragihand ku otopsiya kurê wan bêyî agahdariya wan hatiye kirin û birêvebiriya girtîgehê agahiyên rast ji wan veşartine.

Girtiyê Kurd Rojhat Babatê ku bi hinceta "endamtiya rêxistinê" cezayê heta hetayê yê girtîgehê lê hatibû birîn, ji Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê biribûn Nexweşxaneya Bajêr a Qeyseriyê.

Li gorî îdiayên birêvebiriya girtîgehê, Babat ji ber "pirsgirêkên derûnî" li beşa psîkiyatriyê bû û li wir dawî li jiyana xwe aniye.

Lê malbat û parêzvanên mafên mirovan gumanê ji vê mirinê dikin.

Malbata Rojhat diyar kir ku di roja pêwendiya telefonî de kurê wan li wan telefonî wan nekiriye, wan jî telefonî girtîgehê kiriye û tenê wê demê hîn bûne ku kurê wan miriye.

Yek ji xalên herî balkêş û gumanbar ew e ku malbatê beriya hefteyekê di sîstema tenduristiyê ya "e-Nabiz"ê de dîtiye ku navê Rojhat Babat li beşa bilez a nexweşxaneyê ji ber “derizîna damaran” hatiye tomarkirin.

Lê birêvebiriya girtîgehê tevî vê rewşa krîtîk jî ti agahî nedaye malbatê.

Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslanê ev bûyer bir rojeva Parlamentoyê û daxwaza eşkerekirina rastiyan kir.

“Çima ji malbatê hat veşartin?”

Newrozê destnîşan kir ku di bin çavdêriya dewletê de mirina girtiyekî ya bi vî awayî nayê qebûlkirin û got:

“Dûrxistina malbatê ya ji pêvajoyeke wiha krîtîk, bi serê xwe xemsariyeke mezin e.

Çima hewla berê ya xwekuştinê ji malbatê hat veşartin? Ew destêwerdana awarte ya di sîstema tenduristiyê de hatibû qeydkirin çi bû?

Divê demildest were eşkerekirin bê ma çima otopsî bêyî ku li benda malbatê bisekinin hatiye kirin.”

Newrozê bangî Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê kir ku xemsariyên di vê bûyerê de eşkere bike û derbarê berpirsan dest bi lêpirsînê bike.