Li Tirkiyeyê serdema 5Gyê: Înternet 10 qatan bileztir dibe
Enqere (Rûdaw) - Tirkiye bi merasîmekê derbasî înterneta 5Gyê bû. Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi vê bipêşketinê êdî înternet dê herî kêm 10 qatan bileztir bibe.
Pergala 5Gyê dê di heman demê de li nexweşxaneyan û hemû warên dîjîtal de kalîteya înternetê bi pêş bixe.
Tirkiyeyê ji bo derbasbûna pergala 5Gyê sala 2016an dest bi danîna xetên fîberê kiribû û pergal li 81 parêzgehan hat çalakkirin.
Tirkiye bi merasîmeke ku Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan jî tê de beşdar bû, derbasî înterneta 5Gyê bû.
Bi vê yekê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hêz û leza înternetê 10 qatan zêdetir dibe.
Tirkiyeyê ji bo amadekirina binesaziya teknolojîk û pergala fîberê ya 5Gyê sala 2016an dest bi projeyekê kiribû û proje li 81 parêzgehan temam bû.
"Metirsiya êrişên sîber dê kêmtir bibe"
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li ser mijarê got:
"Bi xêra pergala 5Gyê em dê di warê parastin û ewlehiyê de jî bigihêjin destkeft û avantajên nû.
Bi pergala me ya nû şebeke dê li ser beşên cuda werin dabeşkirin.
Bi pergala nû kontrola zêdetir a li ser datayan dê di heman demê de metirsiya êrişên sîber jî kêmtir bike."
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ku heta niha înterneta 4,5Gyê hebû, piştî ku înternet bû 5G hêza daxistin û barkirina dîmenên 4Kyê dê bileztir werin kirin.
Pergal dê di heman demê de li nexweşxaneyan û di hemû warên dîjîtal de jî bipêşketineke cidî tomar bike.
Daxistina 1 GByê dê dakeve binê 10 xulekan
Kamil Sirakaya ku bayiyê Turk Telekomê ye da zanîn:
"Li gorî pergala kevn, bi pergala 5Gyê dê hêza înternetê 10 qatan zêdetir bibe.
Êdî data dê zûtir werin daxistin. 1 GByê ku berê di saetekê de dihat daxistin, êdî dê di kêmtirî 10 xulekan de were daxistin."
Ji bo ku welatî bikarin înterneta 5Gyê bi kar bînin, pêwîst e telefonên wan li gel pergala nû guncav bin.
Her telefona ku pergala wê guncav be, dê bi awayekî otomatîk bikeve ser înterneta 5Gyê.
Welatî Saît Karaduman li ser vê bipêşketinê got:
"Bipêşketinên bi vî rengî yên teknolojîk ji bo welatê me gelekî baş in.
Ji bo pergala nû em dereng jî mane."
Psîkolog Dr. Mehmet Emîn Kizgin jî anî ziman:
"Pergala 5Gyê tenê ne mijara telefonan e.
Em nikarin bibêjin tenê dê hêza telefonan zêde bibe.
Ji pergalên parastin û nexweşxaneyan heta hemû warên din ên dîjîtal bandora wê ya erênî heye."
Di asta cîhanê de cara yekem înterneta 5Gyê sala 2019an ji aliyê Koreya Başûr ve hat bikaranîn.
Niha 97 welatên cîhanê pergala 5Gyê bi kar tînin.