Stenbol (Rûdaw) - Nîqaş û ragêşiya li ser parêzbendiyan a li Parlemena Tirkiye bi şerê di navberya AK Partî û HDPê de berdewam e. Guftugoyên ku bi hinceta bi hevketinê haibûn taloqkirin ji nû ve dest pê dikin. Herwiha atmosfera tund a li parlemenê jî her berztir dibe. Li gorî parlemenên CHP û HDPyî AK Partî di wê teşebûsê de ye ku li hemberî parlemenê derbeyê bike. Li aliyê din di nava CHP’ê de jî dualîbûn berdewam e.
Rewşa ragêş a ku li parlemena Tirkiye bi hinceta rakirina parêzbendiyan destpê kiribû, bi berzbûnî berdewam e.
Guftugoyên ku hatibûn taloqirin ji nû ve dest pê kirin lê xuya ye ku wê rewşa tund bigîhije encamên nû. CHPyî rewşa heyî weke ‘Derbeya li hemberî parlemenê’, HDPyî jî weke avêtina siyaseta kurd a li parlemenê bi nav dikin.
Hevseroka HDPê Fîgen Yuksekdag wiha got: “Tu tişt li gorî rêbazên demokratîk bi rê ve naçe. AKP dixwaze ku siyaseta me bi temamî ji parlemenê biavêje. Çawa ku welat bi temamî xistine nava reştariyê, li parlemenê jî vê yekê dikin. Lê tu hêz nikare me ji qada siyasetê biavêje. Tu plana me ya ku em dest ji parlemen û siyasetê berdin nîn e.”
Li aliyê din dualîbûna têkildarî mijarê ya di nava CHPê de jî berdewam e. Piştî ku Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglû piştgiriya xwe ya li gel pêşniyaz AKPê ragihand, hejmareke zêde ji parlemenên partiyê sekna li dijî vê diyar kiribûn.
Li gorî zanyariyên dawî, ne pêkan e ku tu CHPyî li gorî daxuyaniya Kiliçdaroglû tev bigerin.
Parlemenê CHPê Alî Şeker ji Rûdawê re wiha got: “Tişta ku AKP dike, li hemberî parlemenê derbe ye. Ne yasayan nas dikin û ne jî qanûnan. Me weke CHP tu biryarên navendî negirtine. Lê ez ne bawerim ku tu CHP’yî piştgiriya pêşniyaza AKPê bikin. Emê nehêlin ku AKP welêt bike warê dîktatoriyê.”
Parlemenê CHPê Eren Erdem jî got: “Me di lijneya yasaya esasî de fikra xwe anî ziman. Ê min weke kes, ez bi tu awayî piştgiriya pêşniyaza AKP’ê nakim. Ew dixwazin ku welêt bikin cihekî ku jiyan lê nebe. Lê em rê nadin vê yekê.”
Guftugoyên ku bi sedema birîndarbûna 2 parlemenên HDPyî û du parlemenên AKP’yî rawestiyabûn dê heta dawiya hefteyê berdewambin. Li gorî agahiyan rakirna parêzbendiyan êdî teqez e û diyar e ku wê encama vê yekê di nava civakê dejî bibe sedema cûdakariyên nû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse