Tirkiye di azadiya ragihandinê de di kategoriya 'herî xirab' de ye

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor Endeksa Azadiya Ragihandinê ya Cîhanê Tirkiye îsal di nav 180 welatan de daketiye rêza 159emîn û ev tê wateya ku Tirkiye hîn jî di kategoriya "herî xirab" de ye.

Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) rêzbenda xwe ya bi navê Azadiya Ragihandinê ya Cîhanê ya 2025an eşkere kir.

Tirkiye li gor sala borî rêzeke din bi paş ket.

Onderoglu: Ragihandin di bin zextê de ye

Nûnerê RSFyê yê Tirkiyeyê Erol Onderoglu derbarê rewşa Tirkiyê ya di endeksê de eşkere kir ku ragihandin bi awayekî sîstematîk di bin zextê de ye û ne tenê rewşa siyasî, rewşa aborî jî bo serxwebûna ragihandinê gefeke mezin e.

Tirkiye ji sala 2002an ve paş dikeve

Tirkiye ji sala 2002an di rêzbenda Azadiya Ragihandinê ya Cîhanê de di rêza 99an de bû û piştî ku dijî pêvajoya reformên Yekîtiya Ewropayê tevgeriya, her ku çû bi paş ket.

Piştî sala 2016ê rêzbenda daketina Tirkiyeyê leztir bû û ji sala 2023yan heta rêza 165ê jî daket.

Her wiha di sala 2025an de jî Tirkiye ji ber sedemên polîtîk û aborî di rêza 159an de cih girtiye.