Serokê HUDA PARê: Eger dilsozî û îrade hebe çareseriya pirsgirêkê pir hêsan e

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu derbarê pêvajoya aştî û çareseriya Pirsgirêka Kurd de diyar kir ku eger îrade û dilsozî hebe çareserkirin pir hêsan e û divê tekez bê çareserkirin.

Yapicioglu li navçeya Tarsusê ya Mersînê bi esnaf û karkeran re civiya.

Serokê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu 1ê Gulana 2025an li navçeya Tarsusê ya ser bi parêzgeha Mersînê di çarçoveya bernameya partiya xwe de serdana esnafan kir û li gel karkerên sektora tekstîlê civiya.

Pirsgirêkên Tirkiyê divê bên çareserkirin

Yapicioglu li ser mijarên di rojeva Tirkiye û cîhanê de axivî û amaje bi pêşveçûnên li Rojhilata Navîn da û eşkere kir ku divê li Tirkiyê jî pirsgirêk bên çareserkirin.

"Divê tûndûtijî û teror bidawî bibe"

Serokê HUDA PARê got, "Em bawer in ku eger dilsozî û îrade hebe çareseriya vê pirsgirêkê jî hêsan e û tekez divê bê çareserkirin.

Tûndûtijî û teror divê bidawî bibe. Her çi pirsgirêka me hebe em dikarin bi rêya siyasetê, bi gotûbêjan çareser bikin û em xaleke hevpar bibînin û li wê derê bighên hevdû."