Hewlêr (Rûdaw) - Namzedê HDPê yê bajarê Sêrtê û pisporê zimanê kurdî Prof. Dr. Qedrî Yildirim ragihand ku kurdiya Quranê ya ku ji aliyê hikûmetê ve hatiye çapkirin, tijî xeletî û kêmasiyên rêzimanî û wateyî ye.
Prof. Dr. Qedrî Yildirim ji rojnameya Radîkalê re diyar kir ku Serokê Karûbarên Olî yên Tirkiyê Mehmet Gormez jê xwestibû ku beriya çapkirinê, Qurana ku bi kurdî hatiye wergerandin, bixwîne û derbarê wê de raporekî amade bike û got, lê ew bêyî ku li hêviya rapora min bimînin, pirtûk çap û belav kirin ji ber wê jî ew xeletiyên ku min tê de dîtibûn nehatine sererastkirin.
Prof. Dr. Yildirim rexne li Serokatia Karûbarên Olî jî kir û got, ew teslîmî desthilata siyasî bûne ji ber wê bêyî ku raporê bibînin, Qurana kurdî çap kirin.
Wî namzedê HDPê bêyî ku navê Erdogan bîne ziman, got, divê rêveberiya karûbarên olî rê nede ti kesî ku Qurana Pîroz di hilbijartinan de bikar bîne.
Wek tê zanîn, Erdogan li bajarên Sêrt, Êlih û Amedê û navçeya Gevera Colemêrgê, Qurana kurdî di mîtîngan de dabû destê xwe û nîşanî alîgirên xwe dida.
Erdogan, Qurana kurdî hildaye
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse