DEM Partiyê Pervîn Buldan wekî Alîkara Serokê Parlamentoyê destnîşan kir

Hewlêr (Rûdaw) - DEM Partiyê, Parlamentera Wanê Pervîn Buldan wekî Alîkara Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê hilbijart.

DEM Partiyê piştî civîna xwe Alîkara Serokê Parlamentoyê Tirkiyeyê destnîşan kir.

Ji ber ku Alîkarê Serokê Parlamentoyê yê DEM Partiyê Sirrî Sûreyya Onder 3yê Gulanê jiyana xwe ji dest da, îro civîna Koma Parlamentoyê ya Girtî hat lidarxistin da ku alîkarekî nû bê hilbijartin.

Di civînê de Parlamentera Wanê û endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Buldan wekî Alîkara Serokê Parlamentoyê hat hilbijartin.

DEM Partî dê di rojên pêş de navê Buldanê pêşkêşî Parlamentoya Trikiyeyê bike.

Di daxuyaniya DEM Partiyê de hat gotin, "Di Civîna Koma Parlamentoyê ya Girtî ya îro de, Endama Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan wekî Alîkara Serokê Parlamentoyê ya me hat destnîşankirin."