Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di mehekê de 55 kes xeniqîne

Hewlêr (Rûdaw) - Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand ku li seranserê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di mehekê de 55 kes di nav avê de xeniqîne.

Rêveberê Şaxa Bedlîsê ya AFADê Erdal Tunçtan roja Yekşemê 2ê Temûza 2023an derbarê bûyerên xeniqînê de daxuyaniyek da.

Li gor daxuyaniya AFADê ji ber zêdebûna pileya germê welatî zêdetir dikevin nav avê û ji ber vê yekê jî bûyerên xeniqînê zêde bûne.

Li gor amarên AFADê li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di mehekê de 55 kesên ku ketina derya, gol û kanalên avê xeniqîne. Hatiye diyarkirin ku piraniya kesên xeniqîne temenê wan 20 û jêr 20 salî ye.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê herî zêde bûyerên xenîqînê di 29ê Hezîrana îsal de çêbûne ku li Amedê 2 kes, li Dîlokê 2 kes, li Rihayê 1 û li Kirikkaleyê 3 kes, li Konyayê 2 û li Mersînê jî 1 kes bi giştî 11 kes di nav rojekê de xeniqîne.