Heyeteke Ewropayê dixwaze Ocalan bibîne
Hewlêr (Rûdaw) - Şandeyeke Ewropayê ya ku ji 39 kesan pêk tê bi armanca hevdîtina li gel Abdullah Ocalan çû Stenbolê.
Şande bi Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan re civiya.
DEM Partiyê ragihandiye ku şandeya ji Ewropayê ji akademîsyen, parlamenter, hiqûqnas û rojnamegeran pêk tê û dixwaze bi Abdullah Ocalan re hevdîtinekê bike.
DEM Partiyê diyar kiriye ku îro civînek hatiye kirin û di civînê de peyama Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan ya ji bo şandeyê hatiye xwendin.
Li gorî daxuyaniyê, DEM Partiyê bi vê şandeyê re pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk gotûbêj kiriye.
Abdullah Ocalan di peyama xwe de gotiye ew ji daxwaza wan a hevdîtinê agahdar e û hêvî dike di dema pêşiya me de şert û mercên hevdîtinê pêk bên.
Li gorî DEM Partiyê, piştî civînê demjimêr 12:00an dê daxuyaniyek bê dayîn.