Bursayê vê carê Stenbol jî bi xwe re hejand
Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Bursayê yê Tirkiyeyê erdhejeke bi hêza 4,3 pileyan çêbû.
Serokatiya Birêvebiriya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) eşkere kir ku erdhejê demjimêr 13:57an rû daye û navenda wê Gemlîk e.
AFADê daxuyand ku kûrahiya erdhejê 13,91 kîlometre ye û bajarên Ii derdorê yên wekî Stenbolê jî hejiyane.
Doh jî navçeya Gemlîkê ya Bursayê ye di nava saetekê de du caran hejiyabû.
Erdheja yekem bi hêza 3,9 pileyan bû û pileya ya duyem jî 4,2 bû.