Şûraya Leşkerî ya Bilind dicive: Serokerkanê nû yê Tirkiyeyê tê diyarkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Şûraya Leşkerî ya Bilind a Tirkiyeyê, sibe bi serokatiya Serokkamarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan dicive. Dê di vê civînê de serokerkanê nû yê Tirkiyeyê were diyarkirin.
Piştî Serokerkanê berê yê Artêşa Tirkiyeyê Yaşar Guler wekî Wezîrê Parastinê dest bi kar kiribû, Orgeneral Musa Avsever weke wekîlê serokerkan hatibû diyarkirin.
Di civîna Şûraya Leşkerî de dê guhertinên erka serbazên pilebilind bi giştî bên gotûbêjkirin.
Li aliyê din, ji bo diyarkirina serokerkanê nû yê Tirkiyê 3 bijarde hene.
Yekemîn Musa Avsever e ku niha Fermandarê Artêşa Bejahiyê û wekîlê serokerkaniyê ye.
Bijardeya duyemîn Fermandarê Artêşa Duyemîn Metin Gurak û sêyem jî 2emîn Serokê Serokerkaniyê Selçuk Bayraktaroglu ye.
Her sê fermandar jî hevalê hev ên Dibistana Herbê ne û wan sala 1981an ew dibistan temam kiriye.
Biryarên di vê civînê de bên dayîn piştî erêkirina Erdogan dê dawiya mehê bên cîbicîkirin.
Di civîna Şûraya Leşkerî ya Bilind a Tirkiyê de Cîgirê Serokkomar Cevdet Yilmaz, Wezîrê Parastinê Yaşar Guler, Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç, Wezîrê Karên Derve Hakan Fidan, Wezîrê Karên Navxwe Ali Yerlikaya, Wezîrê Xezîne û Darayiyê Mehmet Şimşek, Wezîrê Perwerdeyê Yusuf Tekin, Wekîlê Sererkaniyê Musa Avsever, Fermandarê Hêzên Deryayî Ercument Tatlioglu û Fermandarê Hêzên Esmanî Atilla Gulan amade dibin.