Beştaş: Navê Tirkiyeya Bêteror êşan tîne bîra me

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) navê “Tirkiyeya Bêteror” ku ji bo komîsyona nû ya pêvajoya çareseriyê ya li Parlamentoya Tirkiyeyê hatiye pêşniyarkirin red kir û diyar kir ku ev têgeh “êşên wan tîne bîra wan”.

Parlamentera Erziromê ya DEM Partiyê Meral Daniş Beştaşê tevlî bernameya Îlke TVyê bû û ragihand ku ew li dijî navên ku cudakariyê dikin û êşan tînin bîra mirovan in.

Meral Daniş Beştaşê anî ziman:

“Peyva terorê bi salan e li vî welatî bûye sedema mirin, xwîn û şer.

Em li dijî wan têgehan in ku êşên me tînin bîra me.

Ji ber vê em navê Tirkiyeya Bêteror qebûl nakin.”

Beştaşê her wiha diyar kir ku serkeftina pêvajoya çareseriyê dê derî li ber wekheviya hemû welatiyan û aştiyê veke.

Partiyên din jî nêrînên xwe yên li ser navê komîsyonê anî ziman.

Serokê Giştî yê Partiya DEVAyê Alî Babacan da zanîn ku ew navên erênî pêşniyaz dikin û got, “Teror peyveke neyînî ye.”

Ji aliyê xwe ve, Alîkarê Serokê Giştî yê MHPyê Fetî Yildiz navê “Biratî û Piştgiriyê” pêşniyar kiribû.

Hejmara endamên komîsyona pêvajoya çareseriyê ya ku dê li Parlamentoya Tirkiyeyê bixebite, piştî ku ÎYÎ Partiyê beşdariya xwe red kir ji 51an daket 48an.