DEM Partî: Di nava 2 mehan de 2 hezar civîn hatin kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ragihand ku di çarçoveya “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” de wan di mehên Hezîran û Tîrmehê de 2 hezar civîn li dar xistine.

DEM Partiyê li ser hesabê xwe yê tora civakî derbarê kar û xebatên xwe yên girêdayî pêvajoya çekdanînê daxuyaniyek belav kir.

DEM Partiyê di daxuyaniyê de got:

“Di mehên Hezîran û Tîrmehê de di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li seranserî Tirkiyeyê 2000 civîn hatin lidarxistin.”

DEM Partiyê da zanîn ku di wan civînan de nêrîn, pêşniyar û rexneyên di serî de jin, ciwan, nûnerên komên cuda yên etnîkî û olan, saziyên civaka sivîl û rêxistinên pîşeyî hatine wergirtin.

Piştî banga Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan a 27ê Sibatê, DEM Partiyê pêvajo wekî “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” bi nav kiribû û li ser vê bingehê kar û xebatên xwe bi rê ve dibe.