Tanrikulu: Komeleya perwerdeya Kurdî ne şaredariya CHPyî, qeymeqamtiyê girtiye

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê CHPyê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu diyar kir ku biryara mohrkirina Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avestayê ya li navçeya Konakê ya Îzmîrê bi biryara qeymeqamtiyê ye û ti pêwendiya wê bi Şaredariya Konakê ya CHPyî re nîne.

Rûdawê doh nûçeya Ajansa Welat (AW) wekî çavkanî nîşan dabû ku tê de hatibû îdiakirin ku Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avestayê ya perwedeya Kurdî ji aliyê Şaredariya Konakê ve hatiye mohrkirin.

Sezgîn Tanrikulu derbarê mijarê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek belav kir.

Tanrikulu da zanîn ku biryara mohrkirina komeleyê ji aliyê Birêvebiriya Perwerdeyê ya Neteweyî ya Îzmîrê û Qeymeqamtiya Konakê ve hatiye dayîn.

Tanrikulu derbarê vê yekê de belge jî parve kir.

Sezgîn Tanrikulu nûçeya Rûdawê ya derbarê mijarê wergirt û li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ev daxuyanî da:

“Hevoka we ya ‘Şaredariya Konakê ya di bin birêvebiriya CHPyê de’ ji aliyê rojnamegeriyê ve ne gotineke rast e.

Min xwest ez bibêjim ku em weşana we ya bêyî lêkolînê rast nabînin.

Ez nameya ku Qeymeqamtiya Konakê ji Serokatiya Şaredariyê re şandiye parve dikim.

Yên ku ferman daye Birêvebiriya Perwerdeyê ya Neteweyî ya Îzmîrê û Qeymeqamtiya Konakê ne.

Her wiha ez dixwazim parve bikim ku heke qeymeqamtî destûrê bide, di dayîna ruxsetê ya Şaredariya Konakê de ti pirsgirêk nîne.

Gelo piştî vê agahiya rast a ku min belgeya wê pêşkêş kir, hûn dê heman bertekê nîşanî AK Partiyê jî bidin?”