Kamyoneta ku dînamît hilgirtibûn wergeriya, 10 birîndar hene
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Çîneyê ya parêzgeha Aydinê kamyoneta ku dînamît hilgirtibûn wergeriya û dînamît li ser cadeyê belav bûn.
Dîmanît bi awayekî plankirî ji aliyê cendirme û polîsan ve hatin teqandin û di encamê de 10 kes birîndar bûn.
Bûyer şeva borî li navçeya Çîne ya Aydinê qewimî.
Ji birîndaran 2 leşker in û yek jî polîs e.
Parêzgarê Aydinê Yakup Canbolat derbarê bûyerê got:
“Tîmên cendirme û ewlehiyê yên çûn cihê bûyerê û dinamîtên li ser rê belav bûbûn bi awayekî plankirî teqandine û di encamê de 10 kes birîndar bûn.”
Yakup Canbolat her wiha da zanîn ku tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin nexweşxaneyê.
Bi gotina Canbolat rewşa birîndaran baş e.