Erdogan li ser ‘xerakirina pêvajoyê’ peyameke tund da

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, piştî serdana xwe ya Çînê di balafirê de ji rojnamevanan re axivî û got, “Kî vê pêvajoyê têk bide dê berdêla wê bide.”

Serokkomarê Tirkiyeyê li ser pêvajoya çareseriyê û pêşhatên dawî yên li Sûriyeyê axivî.

Erdogan eşkere kir ku Tirkiye dê "pirsgirêkeke 40 salî ji holê rake û bi yekîtî û bihevrebûnê ber bi paşerojê ve bimeşe."

Erdogan tekez kir ku di mijareke wiha girîng de divê ti kes guh nede gotegotan û wiha domand:
"Me nexşerê û armanca xwe bi awayekî zelal diyar kiriye.

Çavkaniyên ku ji bo têkoşîna li dijî terorê tên veqetandin, êdî dê ji bo geşedan, hilberînû kar bên xerckirin.

Yên ku dê ji Tirkiyeyeke Bêteror sûdê wergirin, dê hemû Tirkiye û hemû gelên bira yên li herêmê bin."

 “Em dê Sûriyeyê bi tenê nehêlin”

Serokkomarê Tirkiyeyê behsa pêşhatên li Sûriyeyê jî kir û wiha domand:

"Em dê Sûriyeyê bi tenê nehêlin. Em dê her tim li cem wan bin. Înşalah kes nikarîbe rê li ber ji nû ve rabûna Sûriyeyê ya li ser pêyan bigire.

Baronên şer ên ku li nav kaosê hilberînê dikin dê vê carê winda bikin. Bêyî cudahiya Ereb, Kurd, Tirkmen, Nuseyrî, Sunî û Xiristiyan dê hemû beşên gelê Sûriyeyê bi ser bikevin."

Erdogan hişyarî jî da û got, "Ez dixwazim vê yekê jî gelekî zelal bêjim; kî hewl bide vê pêvajoyê têk bide, dê berdêla wê bide.

Kurd li ku derê dibin bila bibin, birayên me ne. Kes nikare me ji hev cuda bike."

Civîna Putin - Trump û rola Tirkiyeyê

Erdogan civîna di navbera Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin a li Alaskayê jî nirxand û ew wekî "maqûl, maqbul û stratejiyeke hêja" bi nav kir.

Serokkomarê Tirkiyeyê got, "Şerê Rûsya û Ukraynyê tenê bi diyalogeke aştiyane bi dawî dibe."

Erdogan bal kişand ser rola Tirkiyeyê û got, "Tirkiye ji destpêka şer ve bi wê taybetmendiya xwe ya ku dikare bi her du aliyan re biaxive û baweriya her du aliyan bi dest xistiye bûye mînak.

Eger em hemû bi hev re ne şer û pevçûnê lêa ştî û diyalogê esas bigirin, em dikarin vê pencereya derfetê heta dawiyê vekin."