Hewlêr (Rûdaw) - Dadgehê di doza ku ji bo betalkirina Kongreya CHPyê ya Bajêr a Stenbolê hatibû vekirin de, biryar da ku Ozgur Çelîk û birêvebiriya heyî ji wezîfeyê bên avêtin.
Di doza betalkirina Kongreya Bajêr a CHPyê ya ku 8ê Çiriya Pêşîn a 2023yan li Stenbolê hatibû lidarxistin de biryar hat dayîn.
Dadgehê biryar da ku 196 delege bi awayekî tedbîrî ji wezîfeyê bên dûrxistin û pêvajoya kongreyê ya heyî bê rawestandin.
Ozgur Çelîk derbarê mijarê de daxuyaniyek da û diyar kir ku heta niha tiştek bi awayekî fermî ji wan re nehatiye ragihandin.
Çelîk her wiha got, "Em hewl didin ji meseleyê fêm bikin."
Ji bo Serokatiya Bajêr a Stenbolê bi awayekî demkî heyeta ku ji Gursel Tekîn, Zekî Şen, Hasan Babacan, Mujdat Gurbuz û Erkan Narsap pêk tê hat erkdarkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse