Komîsyon dê guh bide mafnas, parêzer û pisporên yasayan

Hewlêr (Rûdaw) - Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê dê îro mazûvaniya mafnas, parêzer û pisporên yasayan bike.

Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê dê îro civîna xwe ya 13emîn li dar bixe.

Civîn dê îro seat 11:00an dest pê bike.

Mafnas, parêzer û pisporên yasayan dê beşdarî civîna Komîsyonê bibin û dê nerîn û pêşniyarên xwe yên derbarê pêvajoyê pêşkêş bikin.

Komîsyonê di civîna xwe ya 12emîn de guh dabû nûnerên navendên lêkolînê û saziyên ramanê.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan jî doh di vekirina parlamentoyê de bal kişandibû ser girîngiya komisyonê û gotibû:

"Qonaxa piştî vê pêkanîna pêşniyarên Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ye."

Tê payîn ku komîsyon di nava vê mehê de rapora xwe ya ku pêşniyaran li xwe digire pêşkêşî Serokatiya Parlamentoyê bike.